Polîtîk

Serokatiya Kurdistanê: Biraya desteya temîzê biryarek şaş e

    
Biryara desteya pêdaçûnê (temîzê) a hilweşandina biryarên desteya lêpirsîn û dadperweriyê û rêdana hemû namzetên dûr xistî ku beşdarîyê di hilbijartinan de bikin, biryareke ne diruste û ji aliyê naverokê ve nehatiye vekolîn kirin û sedemên siyasî jî li pişt wê biyara desteya temîzê ye, ji bo wê yekê divê desteya pêdaçûnê li wan navên ku hatibûn pêşkêş kirin vekolîba û li ser lêkolîna jêrzemîniya wan navan yasaya lêpirsînê û dadperwerî wergirtiba berî ku wan ev helweste wergirtiba û paşê mafê beşdarîkirina di hilbijartinê ji wan re daba. Ji ber ku ev lîsteya desteya lêpirsîn û dadperweriyê amade kiriye, navê hinek kesan tê da heye ku destê wan li tawankarên dijî gelê Iraqê heye. Her wiha navê hinek kesan tê da heye ku helwesteka wan ya siyasî ya diyarkirî heye.

Ji bo wê yekê em li wê baweriyê da ne ku divê desteya pêdaçûnê wan navên di wê rêzbendê de hatibûn pêşkêş kirin cuda bikira û li gor pêdaçûnê navan digel diyarkirina nêrîna xwe sebaret bi wê yekê ku gelo mafê beşdarîkirina wan heye an na? Neku biçe biryar bide û mafê beşdarîkirina wan pê bide bêyî wê yekê ku li babetê vekole.

Ji bo wê yekê em dûpat dikin û dibêjin ku biryar bi lezgînî hatiye dayîn û dijî destûr û yasaya lêpirsîn û dadperweriyê ye û ew biryar nikare bibe sedema çareserkirina pirsgirêkan ji ber ku aloztir kiriye. Ji bilî wê yekê ku dijî naverok û hukma destûrê ye jî.

Berdevkekê bi navê
Serokayetiya herêma Kurdistanê
04.02.2010

Weke tê zanîn berî çend rojan desteya lêpirsîn û dadweriyê navê zêdetir ji pêncsed berendamên bo parlamentoya Îraqê, bi tawan ku wan berendaman têkelî bi patiya Bassê ve heye, ji lîsteyê hilbijartinan dûr xist bûn.

Back to top button