Civak

Rêjeya jinan di nav polîsan de kêm e

Hate zanîn ku li herêma Kurdistanê 695 polîs û 68 efserên jin hene.

Birêveberê giştî yê polîsên Kurdistanê  Ebdelah Xeyalanî ji AKnewsê re axivî û wiha got: “Di 18 birêveberiyên ser bi Birêveberiya Giştî ya Polîsan de li herêma Kurdistanê 534 polîs û 36 efserên jin hene.”

Xeyalanî ronî kir ku her çend rêjeya wan di nav polîsan de kêm e, lê wan kariye roleke berçav di karê xwe de bilîzin û mil bi milê peyayan xizmeta welatê xwe bikin.

Derbarê şert û mercên wergirtina jinan di nav birêveberiya polîsan de Xeyalanî got: “Ew jinên dixwazin bibin efser divê derçûyên kolêj yan peymangehê bin û ewên dixwazin bibin polîs divê herî kêm bawernameya 9ê bineratî pê re hebe û divê temenê wan ji 17 salan kêmtir nebe û ji 35 salan jî zêdetir nebe.”

Birêveberê giştî yê polîsên trafîkê a herêma Kurdistanê Arî Elî ji AKnewsê re ragihand: “Di birêveberiya giştî ya polîsên trafîkê de li herêma Kurdistanê 161 polîs û 32 efserên jin hene.”

Back to top button