Bernama Ronî di medya Swêdî de

Medya Swêdî TT li gel Cemal Batun û Kamîran Haco di derbarê rewşa Sûrî û Kurdan de hevpeyvînek çêkir. Ev hevpeyvîn di rojnama Dagens Nyheter û Expressen de hate weşandin.
Wek tê zanîn Televizyona Barada kanalekê ya beşek ji muxalefeta Suri ye. Di vê televizyonê de bernameyek bi zimanê kurdî bi navê Ronî ji aliyê rojnemevan Cemal Batun ve tê çêkirin. Gelek bernamayan de siyasetmedar Kamîran Haco beşdar dibe û li ser rewşa Sûriyê nirxandina dikin û dengê kurdên Sûrî di vê bernameyê de digihînin cîhanê.
Rojama DN û Expressen cihek girîng daye vê hevpeyvîna ku Batun û Haco re hatî kirin. Herweha behsa rewşa bernama televizyona Barada ya Ronî dikin.
Di beşek vê hevpeyvînê de Kamîran Haco dibêje: Gelek daxwaziyên muxalefetê li Sûrî hene, wek pêkanina aramiyê, wek hilbijartina û hukumetek nû. Lê ji berî her tiştekî diyalog pêwîste.Divê malbata Esad tê bigihê ku, ev welat ne milkê wan e û guh bidin daxwaziyên gel û daxwaziyên wan qebûl bikin. Eger Esad vê yekê bike û demokrasiyê qebûl bike belkî wek serokkomar bimîne. Eger Esad daxwaziyên xelkê qebûl bike û ew reformên ku tên xwestin bike û demokrasiyê hazim bike ji bo çi nemîne? Ev jî di warek demokratîk de dikare bibe berendamê serokkomariyê û bite hilbijartin. Eger ev yek pêkwerê çima nemine?
Rojnemevan Cemal Batun jî dibêje: Eger Demokrasî bête Sûrî kurd beşek yê vî welatî yên girêngin, Lê gelek tedarî li kurdan tê kirin û bê mafin.Rejim behsa reforma dike. Lê piştî kuştina bi sedan kes ji aliyê rejîmê ve baweriya xelkê qet nemaye. Roja ku rewşa awarte rakirin di nefsa rojê de 88 kes ji xelkê kuştin.
Jêder:TT
Wergerandin: Rojevakurd