Şano: Reşê şevê

DestAR-Theatre, lîstika xwe ya bi navê “ReşêŞevê” cara yekem di 03 Avrêl 2009’an de li Stembolê da nîşandan. Lîstik li 16 bajar û bajarokan hat lîstin. Sisê jê mihrîcanên şanoyê beşdarî çar mîhrîcanan bû. Ev Lîstika ku tevî nîşandana Amed’ê ev cara 50 ye ku tê nîşandan ji aliyê duwanzdeh hezar kesî ve hatiye temaşe kirin. Lîstika ku rexneyên erênî ji temeşevanan û ji rexnegirên şanoyê ve digre di rêya xwe de hê jî dimeşe û bi saya teknîka jornivîsa bi zimanê Tirkî jî, profîla temaşavanên xwe hê jî dewlemed kiriye. “Reşê Şevê”bi nîşandana xwe ya li Şanoya Dewletê ya Wan’ê jî derketibû rojevê.
 
Reşê Şevê Ji weşanxane ya Avesta’yê dertê

Lîstika ku ji alî Berfîn Zenderlîoğlu û Mîrza Metîn ve hatiyê nivîsandin di demeke nêz de wê li kitêpxaneyan be. Lîstika ku bi Kurmancî hatiye nivîsandin, ji alî Roşan Lezgîn ve ji bo Kirmanckî (Dimilkî) hate wergerandin. Bi Kirmanckî navê lîstikê “Mêrdeyê Şewe” hate dayîn. Xwendevan wê karibin li aliyekî pirtûkê Kurmanciya wê, û li aliyê dinê jî wergera wê ya Kirmanckî bixwînin.

“Rêşê Şevê” bi navê Mêrê Şevê,Reşikê Şevê, Rotê Şevê, Hutê Şevê, Keftar Kuskî û Kapos jî tê zanîn, li Mezopotamyayê hê gelek versiyon û navên wî hene. Ew,weke cin û rawirên ku bi siyên mezin û sûretan tên dîtin in. Ev tebaret ji zarokatiyê de dest pê kiriye û ji bo mirovan bûye weke mekanîzmaya tirsandin û zordestiyê. Hê jî gava di derheqê wan de qala çîrokan dikin diricifin. Ecêbe,“Reşê Şevê” û ev hemû navên ku hatine afirandin li gorî rêzimanê Kurdî nêr in.

Reşê Şevê; Ev lîstika ku dixwaze bala we bi ser dinya ya nêr ve bikşîne,vê dinyayê, bi trawmayên civakî ku jin dijîn pêşkêşî temaşavanan dike. Kêmasiyên civakî ku mirov bi wan re dijîn jinan ji alî psikolojîk, zîhnî û ji alî fîzîkî de îstîsmar dike û ji bo wan têk bibe dibe weke hûcreyekê. Mekanîzmaya dewlet û civakê ku her gav mirovan dişopîne, guhdarî dike û birêve dibe û her wiha ku ji bo mirovan êdî bûye mekanîzmaya tirsandin û zordestiyê bi awayekî zarokane şibandiye Reşê Şevê. Karektera sereke, Gulîzer’a ku bi tomar kirina qaxizan debara xwe dike bi niha û raboriya xwe re dikeve rêyeke trajî-komîk.

Lîstik bi meteryalên psikolojik û îronîk dixwaze hinekî bala temaşavanan bikşîne ser vê dinya ya ku bi serakatiya nêritiyê ve hatiye dorpêçkirin “Mîna lîstikekê li jiyanê temaşe nekin!…Nebin temaşavanên jiyanê!…”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: