Polîtîk

Biryara bijenosîdnaskirina enfala Barzaniyan destkeftiyekî mezin e

Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li biryara dadgeha bilind a tawanan a Îraqê ya qebûlkirina enfalkirina  Barzaniyan weke jênosîda kir û di daxuyaniyekê de got:

– Biryara dadgeha bilind a tawanan a Îraqê sebaret ku enfalkirina Barzaniyan weke jenosîda nas kir û cezayên qanûnî bi ser tawanbaran da hatin dayîn,  pêngaveke din ya berqerarkirina edaletê û binbirkirina zilim û sitemê ku li ser destê rijêma diktatoriya Bassê hat encam dan ku bi dirindetirîn awayî dijî gelê me encam da û gihîşte lutkeya dilreqî û rijtina xwîna xelkê sivîl ku hijmareke zêde ya Barzaniyan jî tê de bûne qurbanî.

– Barzanî di çeperê pêşiyê yê xebata kurdîniyê de bûn, li ser destê rijêma Îraqê çend caran rastî siyaseta qirkirinê hatin û bûne armanca kîn û dilreqiya dijminan, ji ber hindê biryara bijenosîdskirina enfala Barzaniyan ji bo gelê me û malbatên qurbaniyan destkeftiyekî mezine, herwesa ev biryare rêzlênan e li canê pakê tevaya şehîdên gelê me yên  rêya azadî û bidawîanîna zilim û dagîrkeran e, bi taybetî ev biryar ji dadgeheke bêteref  ku hemû şertên navdewletî tê de hene deketiye.

– Hikûmeta herêma Kurdistanê  di wê hindavê de dixebite ku li ser sewyeya navdewletî jî ev tawan weke jenosîd bê naskirin û hemû ew kompanî û aliyên ji bo qirkriina xelkê Îraqê û Kurdistanê hevkariya rijêma Bassê kiriye bi rêya qanûnî bên ceza kirin. Tevî vê jî tezmînat ji malbatên qurbaniyan re bê dayîn, bi taybetî çîroka renc û mandîbûna û terajîdiya jinên reşpoşên Barzan ku mêr, bira, kur, û kesûkarên wan bi awayekî dûrî mirovatiyê jinavbirin û gelek bi zehmetî jiyna xwe û malbatên xwe dabîn kir.

Back to top button