Rêjeya beşdarbûna li hilbijartinan da %62
Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinên Iraqê êvariya duşemê ragihand ku rêjeya seraseriya beşdarbûyan li hilbijartinan da gihişte %62. Li vî der barî de Serokê Fermangeha Hilbijartinan li Komîsyona Bilinda Hilbijartinan Hemdiye Huseynî li Kongreyeke rojnamevanî da eşkere kir: Rêjeya beşdar bûnê li seranserê Iraqê da gihişte %62 û her wiha ronahî kir ku bilindtirîn rêjeya beşdarbûna dengderan li ser asta parêzgehên Iraqê de li parêzgeha Dihokê da buye ku rêje gihişte % 80 û paşê jî Hewlêr % 76 û paşê Silêmanî %73
Her wiha got “Rêje li parêzgeha Kerkûkê gihişte %73 û li Neynewa %66 û li Diyale % 62 û Enbar % 61 û Bexda % 53 û Babil % 63 û Kerbela % 62 û Selahedîn % 73 û Necef % 61 û Qadisiye % 62 û Zîqar % 60 û Mîsan % 50 û Besre % 57”.
Huseynî balkişand li ser wê yekê ku roja înê ev derencaman têne eşkere kirin ku qewareyê siyasiyan bi dest xistine.