Pêwendiyên Kurd û Emerîka hate nirxandin
Îro sêşem 09.03.2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selaheddîn pêşwazî li Cristopher Hell Balyozê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka li Iraq û şanda li gel kir ku ji Alen Mayzin Haward Şêwirmendê Balyozxaneya Emerîka û hejmarek ji berpirsan pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de ku birêz Nêçîrvan Barzanî amade bû Balyozê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê li Serok Barzanî kir û behs li rewşa hilbijartina li Herêma Kurdistanê kir ku li hewayeke aram û pir bi ewlehî bi awayeke rêkûpêk birêveçû.
Li mijareke dinê hevdîtinê de pêwendiya du qoliya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li aliyek û Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka sercem hinek waran da hate nîqaş kirin li gel çawayiya xurtkirin û berfirehkirina van pêwendiyan û encama dawiya serdana fermîya birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya Emerîka bi başî hate nirxandin. Her wiha rûdawa meha derbasbûyî ya Wankê xistin ber behs û dûpat kirin ku rûdawên bi vî awayî careke din dûbare nebê.
Li beşeke dinê hevdîtinê da bîr û ra di der barê çawayiya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqa Federal hate nîqaş kirin.