Diyarbekirî li tima fotbolê xwedî derketin
Diyarbekir – Hefteya burî li Diyarbekir pêşbirek di navbera diyarbekirspor û Bursasporde hebû. Lê leyiztik dawî nehat û ji bo hinek bûyeran leyiztik hate sekinandin û îptalkirin. Piştre derve hinek kesan êrîşê otubusên Bursasporê kirin û wan nekarin xwe bigihînin balefirxaneyê. Karwanê Bursasporê mecbur bûn ketin nava avahiyek ya polisan de.
Ji berî niha Diyarbekirspor çûbû Bursayê. Li Bursayê êrîşê Diyarbekirspor kiribûn û hinek leyiztikvanên wan birîndar kiribûn. Herweha dije kurdan gelek tişt gotin û şîar hatin avêtin. Li Bursayê stadyom bibû wek cihê xwepêşandanik siyasî û nijadperest. Ji berî Bursa bihata Diyarbekirê ev tirs hebû ku, dê bûyêr çêbibin.
Li ser van bûyeran gelek nirxandinên cur bi cur hatin kirin, lê ji van nirxandina yek ji yên din hemiyê cuda bû, Doç. Mazhar Bağlı ku li zangoya Dicle ya Diyarbekirê mamustaya nirxandinek zanistî di vî warî de kir. Nazhar Bagli di nirxandina xwe de dibêje: “ Li Diyarbekirê hinek ji xelkê li Tim a Diyarbekirsporê wek Tim a dewletê dibînin. Herweha ji li aliyên Tirkan ve jî ev Tim wek Tima fotbolê ya girêdayê PKK-ê tê dîtin. Ji bo vê rênina çewt, liv ê carê li Diyarbekirê gelê Diyarbekir Tima xwe ya fortbolê xwedî deketiye. Divê ev bûyer bi vî wayî bêne nirxandin.“ Herweha Mazhar Bagli dibêje ku, bi van bûyeran îmaja ku diyarbekirspor girêdayê dewletêye hate xirakirin.
Rojeva Kurd