Polîtîk
Dadgehê biryara girtina Kartal û Aydar da
Bruksel – Zubeyir Aydar, Remzî Kartal û 6 kesên din yên ku heftiya burî ji teref polîsên Belçîkî ve hatîn binçav kirin, îro derketin himberê dadgehê. Dadgeha Brukselê biryara girtina Aydar, Kartal û 3 kesên din da û du kes jî serbest berda. Li bajarê Charleroi jî dadgehê biryara girtina Naim Acar da. Bi vî awayî hêjmara ku kesên dadgehê biryara girtina wan dayî bûn 6 kes.
Dema dadgehê gelek kurd li ber xaniyê dadgehê heviya biryarê bûn, û girtina wan protesto dikiran. Li gora agahdariyên ku, parêzerên girtiyan dayî, di dadgehê de tu pirs di derbarê binçavkirina 4-ê adarê nekirin û li ser bûyerên ji berî du salan sekinîn.