Rêgirên destkeftiyên netewî

Li Tirkiye rêgirên destkeftiyên netewî yê kurda kîne? Bawerim ev babet divê bi awayek berfireh bê gotubêj kirin. Ji ber ku dixweyê heta bûyerek biqewimê yan jî pirsa destkeftiyek ya kurda bikevê rojevê em wek kurd nirxandina dikin û helwesta xwe li himber kes û aliyên din didin kifşkirin.Li Tirkiye hemû serhildanên kurda bi hovitiyek mezin hatin têkbirin. Dewletê tu cara rehm li kurda nebir û li gel hemû dam û dezgehên xwe û hemû aliyên xwe yên siyasî komkujiyên mezin kirin. Ji serhildana Şêx Seid heta, serhiladan Dersim û Agirî kurd kuştin û ji bo vemirandina vê pirsê her tişta ku hatî milên wan kirin. Gelek cara wek kurd em behsa hovitiya dewleta Tirk ya li himber serhildana Şêx Seid, Dersim û Agiriyê dikin behsa komkujiya Geliyê Zilan dikin. Ji sala 1925 heta 1938ê bi dehan serhildanên herêmî çêbûne û hemû jî bi hovitî hatine têkbirin. Yani bi kurtahî dîroka Cumhuriyeta Kemalist , dîroka komkujiyên kurdan û têkbirina serhildan û berxwedanên kurda tê naskirin.Sala 1965ê dema ji aliyê hinek demokrat û şoreşgerên kurd (5kesin)ve Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye hate damezirandin, ew wek grubek qewmî ji aliyê çepên tirkve hatin nirxandin. Di wê demê de piraniya xwendevan û rewşenbirên kurd, di nava Partiya Karkerên Tirkiye de cih girtin û di bingehê xwe de, di vê pêvajoyê de bi navê çepitî û sosyalizme li gora xwe şerê qewmiya kurd kirin û ji bo pêşkevtina partiya yekem a kurd bibin asteng her tişt kirin.Salên 70î taybetî piştî sala 1974ê dema destpê kir ku, rêxistin û grubên kurda çêbûn, ew li ser bingehek îdeolojiyê hatin avakirin û piranî jî nirxandinên ji bo cîhanê û li gora îdeolojiya çepitiya heyî nakokî ketin di nava wan de.Her çikas aliyên kurd xwe di radeya yekem de wek rêxistinên Kurdistanî didan nasandin jî, lê siha îdeolojiya çep serdest bû.Yani pirsa netewiya Kurdistanî ne bingeh bû. Divê mirov vê yekê bêje da ku em bizanibin îro ji bo çi çepên Tirk û hinek aliyên kur, li dijê referanduma serxwebûna Kurdistanê disekinin.Eger em bi rihek netewî û li himber xwe bi dirustî wê demê de nirxandinên li ser Serhiladan Şêx Seîd û Şoreşa Kurdistana Başûr bînin berçav , emê îro rastiya xwe behtir bibînin. Emê hingê sedemê tevgerên wek Goran ji bo çi li dijê Referanduma Serxwebûnê derdikevin çetir fam bikin.Li HDPê binêrin, tirkên çep di nava HDPê de serxwebûna Kurdistanê çewe dinirxînin? Ev bi xwe jî minakek berbiçave.Li Tirkiye nakokiyên mezin di nava aliyên siyasi de hene. Gelek cara hevûdin bi tiştên xirab nav dikin. Lê dema pirsa kurd tê holê hemû dibin yek û bi yek gotarekî dijitiya hizrên netewî yê Kurda dikin. Li Tirkiye tişta ku faşîst, nijadperest û çepên netewî û piraniya aliyên siyasî digihînê hev dijitiya Kurdistanê ye.Li Tirkiye çep, Kemalist, rêxistinên îslamî, hemû dewletbûna Filistin diparêzin û pişgiriya Tevgera Filistînî dikin. Lê heman alî bi tundî li dijê dewletbûna kurda disekinin. Herkes yan aliyê mafê dewletbûna Filistîn biparêze û dijitiya dewletbûna kurda bike ji bo kurda nikare bibe dost. Eger kurd yan jî hinek aliyên kurda vê yekê bikin , ew xiyanetê li himber netewêyê xwe dikin.Heta wek îro piraniya rêxistinên Kurdistanê dijitiya Îsrail kirine, ji bo xatirê Filistiniyan. Gelo niha ew kurd qet ne poşmanin? Îro Filistînî yan Îsrail pişgiriya dewleta Kurdistanê dike? Dost kiye? Em wek kurd bikaribin vê bersivê bidin keseyeta xwe, dê gelek tişt di mejiyê me de bêne guhertin.Gelek cara gotina demokratên Tirk tê holê, ev kîne di derbarê pirsa kurd de çi difikirin gelekî baş nayê nirxandin. Îro di vê pêvajoyê de, ji bo me kurda pîvana demokratbûne, dostaniyê û mirovatiyê helwesta li himber referanduma serxwebûna Kurdistana Başûr e.Di vê pêvajoya dîrokî de nawenda çarenûsê kurda bûye Hewlêr. Pîvan bûye helwesta li himber referanduma serxwebûnê.Ji bo serxwebûna Kurdistanê merc û şert tunene. Mercek tenê heye bê qeyd û şert heta dawîyê pişgiriya pêvajoya serxwebûna Kurdistanê ye.8.15.2017Dara Bilek

Nerîna min :