Paşxistina referendumê xwekujîye
Niha hewildanek heye referndûma serxwebûna Kurdistanê bê paşxistin. Yên hewildana paşxistina referendumê dikin zêdetir Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê ne. Gelo çima ew vê hewildanê dikin? Roja 7ê hizîrana 2017ê partiyên siyasiyên başûrê Kuredistanê digel Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê civiyan û di wê civîna dîrokî de biryara encamdna referndûma serxwebûna Kurdistanê di roja 25.09.2017ê hat dan. Ew roja biryara encamdana referndûna serxwebûnê hat dan dibe rojek pirşingdar û dîrokî di dîroka gelê Kurdistanê de û heta hetayê dê gelê Kurdistanê şanaziyê bi wê rojê û bi wan yên ew biryar dane bike. Wan partî, alî û pêkhateyên ew biryara referndûmê dan ji xwe re helwestek dîrokî, şanazî û rûmetiyek emzin di dîrokê de qeyd kir. Di bin her rewş û kawdanek debe, di bin her zixt û givaştineke navneteweyî yan navxweyî de be, divê referendum neyê paşxistin, biyara paşxistina referndûmê biryarek întîharî ye.Iha li vir diyar dibe ka çima Goran û Komela Îslamî dixwazin referendum bê başxistin. Wan her du partiyan, ji ber hindek nakokiyên siyasî, di civîna aliyên siyasiyên bi serok Barzanî re beşdarî nekir û şanaziya biryardana referndûmê ji bo wan nabe. Niha ew herst pê dikin ku beşdarnebûna wan di wê civîna dîrokî de şaşiyek mezin bû û ji xwe re kêmasiyek mezin dizanin.Ew, Goran û Komela Îslamî dixwazin referendum bê paşxistin û piştî heyamek din civînek din bê kirin, ew jî tê de beşdar bin û jinûve biryara referendum bê dayîn. Eger referendum nehê paşxistin ew dê li dij derkevin. Uzra ji qibhetê mezintir eve.Xuyaye referendum nahê paşxietin û eger bê paşxistin ew xwekuştine, întîhariye. Eger Goran û Komela Îslamî li dijî referndûmê derkevin, hîngê dê şaşiyek mezintir bikin û xaleke din ya reş li ser dîroka xwe zêde bikin:1- Beşdarînekirin di civîna biryardana referndûmê2- Dijderketina referendum ku bi awayekî raste rast dikevin nav bereyê xêrnexwaz û neyarên gelê Kurdistanê.Metelek heye dibêjin: Direng baştire ji her nebe. Vêça Goran û Komel li nîva rê jî vegerin û bi awayekî çalak beşdariyê di amadekariyên referendşmê de bikin û cemawerê xwe paldin ku bi dengê Belê deng ji referendumê re bidin, ji wan re bi rûmetir e.Nasrat Hacî[email protected]