Cîhan

Bi dûratiya bi hezaran kîlometroyan çi ji kurdan daxwaz dike (Vidyo)

Ev jina Amazîgî, dosta gelê Kurdistanê, peyameke vîdyoyê weşandiye û tê de daxwazê ji xurt û ciwanên Kurdistanê, başûrê Kurdistanê, dike bi dengê Belê deng ji referenduma serxwebûna Kurdistanê re bidin.Melîke Mezan helbestvan û nivîskara navdara Amazîgî ku gelê amazîgî jî gelek bin dest e û axa wan ji aliyê Maroco yê ve hatiye dagîrkirin, payameke vîdyoyî di malpera xwe ya Faceebokê de weşandiye û piştgiriya gelê Kurdistanê dike û dibêje Kurdistan bibe dewlet ew dê daxwaza regeznameya Kurdistanê bike.Melîke Mezan ji dûratiya bi hezaran kîlometroyan ji kurdan re dibêje referenduma serxwebûna Kurdistanê derfeteke dîrokî ye û dubara nabe ve û dibêje: Hevwelatiyên Kurdistanê, xurt û ciwanên Kurdistanê ez daxwazê ji we dikim, ez hêvî û ricayê ji we dikim deng bi serxwebûna Kurdistanê bidin.Navborî dibêje ku wê gelê Kurdistanê gelek xweş divê û bi serkeftina referendum û serxwebûna Kurdistanê ew dê gelek dilxweş bibe û piştî çêbûna dewleta Kurdistanê ew dê regeznameya Kurdistanê daxwaz bike.Li dawiyê, Melîke Mezan dibêje gelê Kurdistanê ji bo hemû cîhanê îspat kir ku gelekî aştîxwaz in û digel hemû netewe û olên din misamih in: Hûn hêjayî hemû serkefitnan in û hûn taca sere mirovatiyê ne.Li vîdyoyê temaşe bike bi zimanê erebî ye

Back to top button