Nivîsar

Giştpirsiya Kurdistana Başûr

Bidaxwe agirê ketiye nava Suriyê û Îraqê bi hêsanî nayê vemirandin, loma divê Kurdên Başur navmala xwe zûtirîn avabikin.Referendûm (=giştpirsî) çiye?Bi referendûmê netew li ser mafê çarenûsa xwe yê rewa dibe xwedî biryar (qerar). Ew mafekî rewaye; baştirîn rêye bo dabînkirina serxwebunê, herweha bergiriya demokrasî û azadiyê ye.Hemû netew (millet) xwediyê mafê destxistina çarenûsa xwe ne. Bo vî (em) mafê “mutlaq” vazbûn û devjêberdan NÎYE. Komelgeha serxwebûna xwe dabîn neke, nikare geşbûna (pêşbûna) xwe JÎ destbixe. Çima? Kurdistan wek dewlet tenê (tenya) di katî (wextî) serxwebûna xwe de wê bibe xediyê (xayenê) paşeroja (pêşeroja) xwe. Dewletbûn dikare rêya geşbûna komelgehên Kurdistanî û hemû pêkhatên wê baştirîn veke.Dewlet çiye?Dewlet nûnerê (nêranî) milletekî ye; ciyê skala (gilî) û xayenê neşriyê (çareseriyê) ye; bergir û parêzerê xakê ye; ciyê aramî, aştî û asayîşê ye. Hokarên (sedemên) mezintirîn ku Kurd tuşî (rastî) komêlkujî bûne bê dewletî ye.Katî guncaw?Êsta (vêga) Îraq zor lewaz e. Raya giştî (girseyî) û zorbey (pirraniya) dinya dizane Îraq wek dewlet têkçuye. Nexwe pêwiste kurd çarenûsa xwe bi rêya referendûm zûtirîn diyar bike; zincîra koletiya xwe bişkêne. Ev/em ro şansekî gewre ji serxwebûna Kurdistana Başur re heye. Divê komelgeh û hemû pêkhatên Kurdistanî ji vê (em) baredoxê (rewşê) sûd wergirin. Kurdistan welatekî bi av û nefta xwe dewlemend e. Sînorên wê ên vêga (êsta) ji bo parastina wê ne besin. Tu netew û komelgeh nikarin heman baredoxê (rewşê) hertim (hemîş) hilgirin yaxut qebûl bikin. Giştpirsiya Başuriya li gel hemû Kurdên Kurdistana dabeşkirî (parevekirî) bi giştî bûye ciyê hêviya. Bi îhtimaleke mezin (gewre) wê di destpêka ragihandina deweleta kurdî de zorbey (zêdeyî) 10 dewlet wê bi fermî nasbikin. Kurd netewekî bindest û ta astekê bê tewan e; lê bidaxe ji bo ragihandina serxwebûna xwe (xo) dereng maye; meşk (mejû) û welatê wî hatiye dabeşkirin. Nexwe referandûm derfeta dawîn a netewbûnê wî ye, tiştekî pîroz û guncaw e, loma pêwiste di 25.09.2017a de encam bide. Paşvexistin û ne encamdana referendûm bi serê xwe tewanek e (gunehek e).Êm dizanin ku dewleteke yasa, seqamgirî (hevgirtî) û serbixe bi navê Îraq TINE. Heger êsta (vêga) Kurdistanî nexşegeriya xaka xwe destxet nekin û ne parêzin wê sibê dereng be.Tezên nerîna min bo referendûma Kurdistana Başur bi kurt û puxt (kurtî) ev in (em in):Iraq1. Ez (min) pêşbinî nakim ku agirê ketiye nava Rojhelata Navîn wê bê vemirandin.2. Wek hat gotin (wutin) dewleteke yasa, seqamgirî (hevgirtî) û serbixe bi navê Îraq TINE.3. Iraq erkên xwe yên komelgehî (civakî) di barê (le barê) bergiriya pêkhatên xwe û bi taybetî yên Kurdsitanî de ne aniye cî.4. Tewanên (guneh û suçên) Îraqê ne yek, ne deh û ne sed in. Loma divê Kurdistanî rêya serxwebûna xwe biselmin in (pejrînin).5. Giştpirsiya Başur îspata siyaseta rast e; destpêka azadî û serxwebûna Kurda ye; şikandina zincîra koletî û bindestiyê ye; selmandina ked û çalakiyên dûr û dirêje e; têkçuna nijadperestiya cînara (cînasa) ye.Kurdistana Başur: Çima vêga (êsta) dewletbûn zor girîng e?6. Dewlet nûnerê (nêranî) miletekî ye; ciyê skala (giliya) û xayenê neşriyê (çareseriyê) ye; bergir û parêzerê xakê ye; ciyê aramî, aştî û asayîşê ye. Gewretirîn hokarên (sedemên) ku Kurd tuşî (rastî) komêlkujî bûye bê dewletbûn e. Pêwistiya Kurda wek nan û av bi dewletê heye.7. Vêga (êsta) ji serxwebûna Kurdistana Başur re şansekî dewletbûnê heye. Divê komelgeh û pêkhatên Kurdistanî ji vî (em) şansî bi dilniyayî û şanazî sûd wergirin.8. Referandûm derfeta dawîn a netewbûnê ye; divê di 25.09.2017a de encam bide. Herêkirina giştpirsiya serxwebûna Kurdistana Başur tê vê wate yê: Kurdistanî komelgeheke ku hemû pêkhatên wê bi parêze (a), baredoxekî (rewşeke) ciwan (b), siyaseteke pirreng (c), dewleteke yasa (d), seqamgirî û bi mitmane (bawerî) dixwazin.9. Dewleta dîmokratî, yasa, komelî û dadmendî garantiya hebûna hemû Kurdistanî, pêkhatên wê û bergiriya wê ye.10. Tenê (tenya) dewletbûn dikare rêya geşbûna komelgehî li Kurdistan veke.11. Ji Kurdistana Başur re demokratiyeke pirreng ferz e: Makeqanuneke bi mitmanê (bawerî), ku hemû pêkhatên Kurdistanî hembêz bike û bi parêz e, jî pêwistiye.12. Bo pêvajoya referendûm û katî duetir ta ragihandina serxwebûna Kurdistan destpeşxêrî zor girîng e. Piştgiriya di medya alman Û YE de jî pêwiste e.Li Almanya nêzî miliyonek Kurd hene. Pişgiriya (=palpiştî) wan bo giştpirsiyê girîng in? Gelo bîrok û planên wan…? Herweha heyet û komisyonên wan? Xebat û çalakiyên wan? Peyamên reweşenbîrên wan? Dr. jur. CelalettinKartal,  Scientific Expert on International Law,Minority Issues and MigrationGermany, 08/2017 

Back to top button