
Kremlînê piştrast kir ku rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un hat Rûsyayê da ku bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re hevdîtinê bike.
Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un Rûsyayê kir. Kim herî dawî di sala 2019an de ji welêt derketibû û serdanê çûbû Rûsyayê. Çavkanîyekî haydar ji ajansa Reutersê re axivî û got ku, Kim Jong-un îro danê sibê gihîşt Rûsyayê, ji trênê peya bû û li bajarê sînor Kazan ê Rûsyayê bi rayedarên herêmî re hevdîtin kir. Ajansa Interfax a Rûsyayê, li ser zarê Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Kremlînê nûçeya gihîştina Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un bo Rûsyayê piştrast kiriye.
Li gor agahîya ku Ajansa Nûçeyan a Koreya Bakur (KCNA) di derbarê ziyareta Kim de parve kir, rêberê Koreya Bakur di gera xwe de bi rayedarên payebilind ên hikûmet û hêzên çekdar re tê cem hev. Di nûçeyê de hat gotin ku Kim roja Yekşemê 10ê Îlonê piştî nîvro ji Pyongyangê derketiye û li Rûsyayê bi rayedarên payebilind ên Komîteya Navendî ya Partîya Karkeran a desthilatdar re hevdîtin kiriye.
KCNA berî niha ragihandibû ku Kim wê di dema serdanê de bi Pûtîn re hevdîtinê bike, lê agahîyên di derbarê cîh û saetê de nehatine parvekirin. Kremlînê her wiha ragihandibû ku li ser vexwendina Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, rêberê Koreya Bakur Kim wê di demek nêzîk de serdana Rûsyayê bike.


