CivakRojev

Hunermend Beytocan koça dawî kir

Hunermendê Kurd Beytullah Gunerî yê bi nasnavê Beytocan, ku demeke dirêj li Swêdê ji ber nexweşîya penceşêrê dihat dermankirin, îro danê sibê li Stockholmê jiyana xwe ji dest da.

Nûçeya wefata hunermend ji alîyê malbat û hevalên wî ve hat ragihandin. Beytocanê ku ev demek dirêj e ji ber nexweşiya penceşêrê tê dermankirin, çendek berê emeliyatek giran hderbas kir, beşek ji çena wî ji alîyê rastê ve hat jêkirin û perçeyek ji lingê wî hat guhertin.

Hunermend di axavtinê de zehmetî dikişand. Beytocan di sala 1955an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bûye. Hunermendê ku di derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980î de hat girtin, 6,5 salan di girtîgehê de ma. Di sala 1987an de hat berdan.

Beytocan di sala 1991 de, salek piştî derxistina yekem kaseta muzîkê di sala 1990 de, koçî Swêdê kir. Di tevahîya jiyana xwe ya hunerî de 4 albûm derxistin. Albûma ‘Yan mirin yan Diyarbekir’ li Tirkîyê hat qedexekirin.

Back to top button