Nivîsar

Rêbaza sala 1993ê ji sala 2011ê re dibe?

Sal 1993 bû. Ew dem li Başûrêrojhilat xwîn diherikîyan. Enqare difikirîyan ku, polîs jî beşdarê vê tekoşînê bibe. Tîma ku di sala 1983’an de, ji bo revandina balafirê hatibû amedikirn, ev car jî ji bo Başûrêrojhilat hate amede kirin.
Ev Tîm mezin kirin.

Hejmara wan gihîşte 11 hezaran..
Navê vê Tîmê danîn “Tîma Taybet” (Özel Hareket). Paşê tîma teybet şandin Başûrêrojhilat. Di wan salan de, ez pir çûm herêmê. Tîma Taybet pêşî li terorê nedigirtin, wan bi xwe teror pêk danîyan.

Evqas tûndî pêk danîyan ku, Kurd êdî jî canên xwe acirs bibûn.
Ez biçûma kijan bajêr, kijan navçe, hemî kes ji Tîma Teybet şîkayet dikirin.
Digotin ku, pêşî li çûyîna çiya nagrin, ji ber wan çûyîna çiya zêde bûye.
Însafa wan qet tune bû.
Kî dalaqandana, kî bikuştana, tu kes têkilê wan nedibû.
Başûrêrojhilat tevdidan.

Di ser de gelek sal derbas bûn. Çikirin paşê wan bi xwe jî îtîraf kir. Gotin wîya jî me kuşt. Ev kes jî me înfaz kir. Evê yekê jî bi qûretî digotin û pesnê xwe didan. Îtîraf û poşmamî jî hebû.

Dev jê berdin…
Enqereyê mêze kir ku, ew formûla ku dît ne formûle. Şiva bisêhr di destê Tîma Teybet da tune, li darek heye ku, dixwaze li serê kî bide dide heye.
Li ser vê yekê, ji qadê vekişandin.
Hejmara wan ji 11 hezaran daxist 6 hezar.

Di serda 12-13 sal derbas bû.
Piştî êrîşa Sîlvanê, Tîma Taybet disa bû wek şiva bisêhr. Rêbaza Tansu Çiler disa hate rojevê.
Di tekoşîna bi PKK’ê re, dixwazin disa wê Tîma Taybet bikar bînin. Hejmara wan wê derxin 15 hezaran.
Ez dibêjim ku bila îktîdar 40 car bifikire.
Berya her tişt, îmaja Tîma Taybet li Başûrêrojhilat baş nîne. Îmajek xerab heye. Bîranînê nebaş yên hemwelatîyan henin.

Dibe ku bibêjin, ji xelatîyên paşerojan ders girtine, carek dinê wê destûr nedin ku wisa tevbigerin, polîsên Tîma Taybet wê perwerdehiyek baş bigrin. Wê serbixwe nehilîn. Dibe ku wisa bifikirin.

Lê hûn çidikin bikin, hûn tu car nikarin îmaja wan ya xerab ji holê rakin.
Hûn nikarin wêneyê xerab yê di hêşande jêbibin.
Vekin li rojnameyên salên 1990’an mêzekin..

Rêbaza sala 1993’yan ji sala 2011’an re nabe.

2011-07-25

Mehmet Tezkan

(xeberekurdî)

 

Back to top button