Cîhan

Rêbaza dilsoziyê ji bo welatî û Kurdistanîbûnê bi ser keft.

Serok Barzanî di peyamekê de dilxweşiya xwe ji bo tevlîbûna hejmareke zêde ya welatiyên Kurd li ahenga Newrozê ya bajarê Kolnê yê Almanyayê diyar dike û dibêje, “Di ahenga Kolnê de rêbaza dilsoziyê bo welat û Kurdistanîbûnê bi ser keft.”

PEYAM:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Cihê dilxweşiyê ye ku hejmareke zêde ya welatiyên Kurd bi coş û xiroşeke bê wêne tevlî ahenga Newrozê li bajarê Kolnê yê Almanyayê bû. Tevlîbûna wê hejmara zêde ya Kurdistaniyên xweşevî û dûkeftiyên rêbaza Kurdîniyê û welatperweriyê di wê kombûnê de amajeyeke ron ke ji bo şiyan û zindîtiya Revenda Kurdî li derveyê welatî û selmînera wê yekê ye jî ku, gelê me li derveyê welatî hêzeke mezin û herdem amade ye ji bo piştevanîkirina doza rewa ya gelê Kurdistanê li navendên cîhanî û li nav raya giştî ya cîhanê.

Tevî ku di ahenga bajarê Kolnê de destekî neemîn bizava têkdan û anîna gêleşokê kir û di romalkirinê de xwest peyama kombûna cemawerî ya Newroza Kolnê bi aqarekî din de bibe, lê deng û rengên rastîn ên tevlîbûyîyan rê neda ku ew bizav bi ser bikevin û di wê ahengê de rêbaza dilsoziyê ji bo welatî û Kurdistanîbûnê bi ser keft.

Ez li vê derê spasiya wan xweşeviyan yek bi yek dikim ku bi coş û xiroşeke Kurdane û bi canê welatperweriyê peyama aştîxwazane ya gelê xwe di wê kombûna pirî serfirazî de gehand cîhanê û ez destxweşiyê li wan dikim. Ez hêvîdar im her di xweşî û cejn û şahiyê de bin, silav li hemî xebatgêr û azadîxwaz û dilsozên Kurd li her cihekî cîhanê bin.

Mesûd Barzanî

23ê Adara 2025ê

Back to top button