Serokê CHPê doza lêborînê kir

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, der barê axavtina Serokê Şeredariya Enqere Mansur Yavaş, ku li himber Ala Kurdistanê de bêrêzî kirîbû de got: “Kî ji vê platformê axivî, kê ji gotineke wî aciz bûbe, li ser navê Serokê Giştî erka min e ku ez lêborînê ji wî bixwazim.”
Gotinên Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş a li hemberî Ala Kurdistanê ya di 22’ê Adarê de di çalakiya Saraçhanê de bû sedema nîqaşan.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş li Qada Saraçhane ya ku avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê lê ye, xîtabî bi hezaran welatiyan kir û gotibû: “Duh li cihekî li Rojhilat(Li bakurê Kurdistanê), Xwepêandanekî de(Behsa pîrozbahiya Newrozê dike) Alayek ku li ba min wek parçeyek kince bilindkirîn. Polisan şekir dida zaroken, bila polis heman miameleyê li Seraçxaneyê jî bike.”
Ji ber gotinên Yavaş îro li heman qadê ji Ozgur Ozel lêborîn hat xwestin. Özel got:
Beriya ku ez gotina xwe bi dawî bînim Ez careke din Newroza hemû birayên xwe yên Kurd pîroz dikim.