Civak

Rastiya şerê Serê Kaniyê çîye?

Di rastiya xwe de li Rojavayê Kurdistanê bajarê Serê Kaniyê çi dibe. Sedema şerê PYDê û Cephe El Nusra çîye?

Li gora çavkaniyekî ji Rojavayê Kurdistanê hinek agahdarî gihandine Rojeva Kurd, ji berî şerê di navbera çekdarên PYDê û Cephe El Nusra çêbibe hinek hevdîtin di navbera van herdu hêzan de hatine kirin û ev jî gihane encamekî hevbeş.

Li gora çavkanî dibêje: “ Li Serê Kaniya mintiqa Sinea di navbera PYD û Cephe El Nusra de civîn pêkhatiye.  Li devera Serê Kaniyê ji bilî Cephe El Nusra hêza Liva Xuraba Şam û Ensarullah jî cih bibûn. Navbera Cephe El Nusra û van hêzên din yên opozisyona Suriye nexweş bû. El Nusra ew hêzên din li wê deverê nedixwesta.

Wekdin  dê devera Tiltemer,Tilkoçer û Nesre  bimîne di bin destê El Nusra de û li himber vê jî Serê Kaniyê bimîne di destê PYDê de.

Herweha bûyera Amûdê pêkhatî PYD gelek tengav kirîbû. Xelkê deverê ji bo bûyera Amûdê vekirî ketibûn dijê PYDê. Wek din Tevgera Kurd bi gelemperî PYD ji bo vê bûyerê şermezar dikira. Ji bo ev jî bête ji bîr kirin, şerek li gel opozisyonê pêwîst bû.

Yanî ev şerê dawiyê bi tifaqa herdu hêzan hatiye kirin.  Di şer de piranî çekdarên Liva Xuraba Şam û Ensarullah hatine kuştin.“

Back to top button