
Ji ber hevokeke bi kurdî di marşa netewiya Îraqê de, parlamentoya Îraqê di civîna xwe ya îro de li hev nekir û dengdan li ser reşnivîsa marşa netewî bo demek din paşxist.
Parlamentoya Îraqê di civîna xwe ya îro de minaqeşeya reşnivîsa sruda netewiya îraqê kir lê ji ber ku di reşnivîsa pêşniyarkirî de bo siruda niştimaniya Îraqê hevokek kurdî têde ku bi zaravayê soraniye dibêje: Îraq be Kurdistanewe ciwane……..Pêkewejiyan daway hemûwane, ango: Îraq bi Kurdistanê ciwan e …. Pêkvejiyan daxwaza hemûyan e, parlameteran li heve nekir û civînê bê encam bidawî bû.
Hindek ereb di parlamentiya Îraqê de pêşniyar kiriye ku, ew hevoka kurdî ji siruda netewiya Îraqê bê rakiirn û bi tenê siruda bi hevoka; bijî Îraq bi dawî bê.
Bêjake Kurd di nav merşa Îrak da heye û Ereb duxwazin wê hevokê ji nav merşa xwe derxin! Lê bi hezaran bêje û hevokîn Ereban di nav çand û wêjeyên Kurdî da hene! Di nav Ey reqîb da jî pirr bêjên Ereb hene! Lê Kurdên rewûşenbîr bi hezeke herî mezin duxwzin bi zimanê dijminên xwe bi axaftinên! Ji sîyasetên Kurd re ne pêwîste zimanê Kurdî!Gelê Kurd di dest sîyasetên Kurdan da bêçare mayê!Ziman naxwazin, netew naxwazin, Ala xwe naxwazin lê bi zimanê dijmin axaftin ji xwe re rizgarî dibînin!Kesayetî pirr pêwîste ku zanayên Kurd bibin kesayet! Di Merşa Kurdistan da jî Reqîb bi Erebîye, Qewûm bi Erebîye û hîn pirr bêjeyên Erebî em ji xwe re pîroz dibînin! Nemir(şehîd) bi Erebê û di nav wêjeyên Kurdîda bi hezaran bêjeyên Ereban Hene! Pêwîste sîyasetên Kurd xwe di neynûka dêwanda nebînin! Netew bi pênc xalan pîroz dibê. Xala yekem zimane, xala duem welate, xala sêem fîzîkî wekî hev bûn,xala çarem aborî û ya pêncem jî ramane. Sîyasetên Kurd pêwîste va her pênc xalana, bi gelê Kurd bidê zanîn û li ser bipejirîne! Wê demê welat xwazên netewa Kurd derdikevin holê!