Nivîsar

The New Yorker: Kurdistan gelek pêşketiye

Kovara The New Yorker ê Amerîkî: Kurdistan pêşketineke mezin bi dest aniye û kultûra xwe jî parastiye, Amerîka sosretiya xwe li hember pêşketinên Kurdistanê û parastina kultûra resenê Kurdî derdibrê. 

Dexter Filkins nivîskarê kovara The New Yorker ê Amerîkî babetekî di derbarê Herêma Kurdistanê de belav kiriye, nivîskar têda sosretiya xwe beramberî pêşketinên Kurdistanê û parastina kultûra resenê Kurdî derdibrê. 

Nivîskar li destpêka babeta xwe de xwendevanên kovarê li asîmîlasyon û zulma li ser gelê Kurd ya ji aliyê rejîmên berê yê Iraqê agahiyan dide û paşê jî dîmenekî pêşketiya vê serdemê ya Kurdistanê li rêya peyvan ve nîşa xwendevanan dide, ew dibêje rê û cadeyên Silêmanî wekî mînakeke ji bo hemû Kurdistanê qîrkirî û pir bi otombîlin, aramî û asayîş û azadiyekî tevahî li vê Herêmê de heye.

Kurd spasiya Amerîka dikin ku li sala 1991 an de biryara navçeya dijî firînê li ser Herêma wan da ragihand û 12 sal berî wê jî bi yekcarî dawî bi desthilata Sedam Husên anî. Niha jî Kurd tola hewl û westabûna çendîn salên derbasbûyî dikin û Herêma wan pêşketineke mezin li hemû warek ve bi dest aniye. 

Dexter Filkins dibêje: Kurdistan li warê aboriyê ve hengavên gelek mezin avêtiye, lê belê li heman demî de jî Kurd, kultûr û dabûnerîta xwe parastiye. Li warê aborî û teknelojiyê ve dikarîn bibêjîn Kurdistan li qonaxekî nûjendaye. Xelk xwedî telefona desta ya herî pêşketiye, li otel û cafeteryayan da hêla Internet hatiye dabîn kirin û ev Internet jî tu sansorekî li ser tûne, êdî kareba li Kurdistanê da berdewam heye. Li gel ewe jî ev pêşketin nebûye sedema jêbirina dabunerît û kultûra resenê Kurdî, wekî mînak, serdankirin û hevdû dîtin li nav gelê Kurd de tiştekî gelek berbelave, welatiyên Kurdistanê li û ahengan de destê hevdû digrin û dest bi govendê dikin, zarok jî pêkve dest bi lîstokan dikin û tu tiştek jî tûne dayik û bavên wan bi gûman bike, ji ber ku her ew bi xwe agahdarê zarokên xwe dibin. 

Nivîskar vê pirsiyarê dike gelo dîmenên bi vî awayî li bajarekî mezinê Amerîka da tê dîtin? gelo rêk dikevê endamên malbateke hemû pêkve bi şevekî wekî şeva înê da kom bibin û tu tiştek wan bêzar neke? gelo dikarê xuşk û birayan tenê çend km yek ji hevdû dûr ve bijîn û agahdarî rewşa jiyana hevdû bin? 

Dexter Filkins dibêje: Eger tiştekî bi vî awayî li bajarekî wekî Newyork de bê dîtin, eve bi mu’cîze tê qebulkirin, ewê ku niha li Kurdistanê tê dîtin cihê sosretiyê ye, gelek girînge pêkdadan li navbera kultûr û nujeniyan de dirust nebê, her wekî çawa ku li Kurdistanê jî tê dîtin. 

Nivîskar li dawiya babeta xwe de balê dikşîne li ser pêşketina aboriya Kurdistanê jî û ew dibêje: 10 sal berî niha hejmarekî gelek kêm otombîl li Kurdistanê da hebûn, lê belê niha zêdetirê malbatan cureyek li baştirîn û pêşketîtirîn modela otombîla wan heye.

Back to top button