Polîtîk

Tirk dixwazin pêwendiyên li gel Kurdistanê baştir bikin

Berî nîvroya îro pênçşem 18.07.2013 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Mehmed Akif Aynam Konsolê nû yê Tirkiye li Herêma Kurdistanê kir.

Li destpêka hevdîtinê de Konsolê nû yê Tirkiye li Kurdistanê xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê derbirî û silav û rêzên Ahmed Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye bi Serok Barzanî ragihand. Paşê balkişand li ser pêwendiyê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê da û got: Ew pêwendî gelek girîngin û divê zêdetir bêne pêşxistin, ji ber ku li berjewendiya her dû aliyan da ye. Her wiha behsa wê hejmara zêdeyê kompanya û revenda Tirkiye kir, ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, eve jî bi belgeyê girîngê wan pêwendiyan da zanîn. Li mijareke din de behsa aramî û proseya avadankirina Herêma Kurdistanê kir û got:‌ Li dema karkirina min ya wekî Konsolê Tirkiye li Herêma Kurdistanê de gelek hevkarî û karhêsaniyê min ji dam û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîtiye û hêviya berdewambûna wan dixwazim.

Paşê Serokê Kurdistanê bi xêrhatina wî kir û pîrozbahiya li dest bikarbûnê lê kir û got: Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye berev pêşçûna baş bi xwe ve dîtiye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo karhêsanî û pêşxistinên zêdetirê wan pêwendiyane hevkar dibê. Li mijareke dinê hevdîtinê de pêvajoya navçeyê bi giştî guftûgo kirin.‌

 

 

Back to top button