Polîtîk

Altan Tan: Guhertin nebe dê siyaseta Kurdan perçebibe

Altan Tan Parlementerê Amedê yê BDP ku berî çend heftiyek li axaftineke xwe de gotibû “Pêwîste PKK û BDP xwe nû bikin” li hevpeyvîneke xwe de wan axaftinên xwe dûbare kir û li ser de jî got: Eger guhertin nebe her kes dê biçe rêya xwe.

Tan hevpeyvînek li rojnameya Agos kiriye û li vê hevpeyvîna xwe de behsa xebatên destûra nû, têkoşîna parka Gezî û gelek babetên din kir. Her wiha balkişand li ser xwe nû kirina PKK û BDP û di derbarê çawayiya xwe nûkirinê de agahiyan da.

Altan Tan Parlementerê Amedê yê BDP li nav tevgera Kurd de, wekî remzeke nûnerên islamiyane, ew heman demî de endamê lîjneya pêkanîna destûra nû ya Parlemena Tirkiyê ye, li pêvajoya vekirinê de yek ji wan kesane ku wê şanda BDP ya hevdîtinê li gel Abdullah Ocalan kiribû cîh girt.

Tan, li ser pirsa sedema pêwîstiya xwe nûkirina PKK û BDP de got: Rojhilata Navîn li gel hemû cîhanê diguhere, aborî, siyaset û kultur xwe nû dike. Li vî warî de divê her kes siyaseta xwe li ber çavan derbas bike, tu şanseke siyaseta Kurdan tûneye ew jî xwe li ber çavan derbas bike. Tişta ku ez dixwazim bibêjim eveye: siyaseta Kurdan divê bizanê cîhana nû, Suriye, Misir û Lubnanê çi dibe û baş têbigihe. Nasnameya Kurdan û daxwazên wan çawa tê bidesxistin, pêwîstî bi siyaseteke çawa heye, li gel kî hevpeymanî bike û neke, hemûyan li berçavan derbas bike.

Her wiha Tan got; bi rast xwendina cîhanê dikare destpêbike û li rojhilata navîn ol û îslam gelek girînge. Emerîka Ewrupa dixwaze çi bike, Rusya Çîn û Îran dixwazin çi bikin, li rojhilata navîn di derbarê Kurdan de çi projeyeke wan heye? divê van hemûyan baş binirxîne û li gor wî jî siyaseta xwe bi gelê xwe re nû bike.

Back to top button