Polîtîk

Hak-Par PYDê şermezar dike

PARTIYA MAF Û AZADIYAN
      
Wek tê zanîn, di 27ê Hezîrana 2013an de li bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê hin bûyer û êrişên nemirovane qewimîn. Lê di vî derbarî de gelek agahî û nûçeyên derew hatin belavkirin.

Em wek Partiya Maf û Azadiyan, ji bo rastiya bûyeran bizanin û raya giştî di vî derbarî de agahdar bikin, me serdana wan birîndarên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya bajarê Mêrdînê tên dermankirin û xizmên wan ku ji ber ewlekariya canî ji Amûdê reviyane, kir.

Dema vê serdanê de derbarê rastiya wan bûyer û êrişan de, agahiyên ku me ji birîndar û xizmên wan girt, dixwazin bi raya giştî re parve bikin.
Ew bûyerên ku li bajarê Amûdê qewimîn, bi navê kurdayetiyê şermek mezin e.

Bi vê mebestê em, ew tada, şîdet û kiryarên nemirovane ku ji aliyê PYDê ve li ser Gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê tê kirin, bi tundî şermezar dikin.
Herweha, em bang li rayedarên PYDê dikin ku tavildest dest ji van polîtîkayên xwe yên tundrew bikşînin.

Mijar: bûyer û rûdanên bajarê Amûdê ku di 27ê Hezîrana 2013an de pêk hatin.

Ev hevdîtin, di 11ê Tîrmehê de piştî serdana birîndarên li nexweşxaneya bajarê Mêrdînê, bi hin ciwanên ku ji bajarê Amûdê hatibûn û hemû jî bûbûn şahadê wan rûdanên  nemirovane, re hat pêkanîn. 
Nuha em guh bidin wan;

Çekdarên YPGê yên bi ser PYDê di 16ê Hezîranê de kesên bi navê Welatî Omerî, Serbest Necarî û Dêrsîm Kurd desteser kirin û bi şêweyeke destgirêdayî û çavgirtî birin ciyeke nediyar. Ev kesên navborî ku bê sedem hatbûn desteserkirin, di hucreyên tarî de bi rojan tên girtin, êşkence û tadayî li wan tê kirin. Her cara ku xwestine sedemê binçavkirinê fêr bibin jî, lê hercarê rastê tada û lêdanê hatine û tu bersivek negirtine.

Li ser vê yekê dest greva birçîbûnê kirine.
Di çend rojên despêkê de sedemên binçavkirinê ji malbatên wan ciwanan re jî nehatiye gotin. Lê piştî çend rojan ji wan re hatiye gotin ku qaşo van ciwanan “karên xirab yên wek firotina heşîşê, sendin û firotina çekan û wd. kirine û herweha bi îstîxbarata Tirkiyeyê re pêwendiyên wan hatine tespîtkirin.”

Li ser vê yekê, malbatan xwestine ku ger tiştek usa rast be, divê xwediyên van îdîayan, îdîayên xwe bi belge îsbat bikin. Bersiva vê yekê jî wek tada, lêdan, şîdet heqaret li wan hatiye vegerandin.
Piştî ku malbat bi greva birçîbûnê ya zarokên xwe hesiyane, wan jî li nav bajar kon vedan û dest bi greva birçîbûnê kirin û gotin “heta zarokên me neyên serbestberdan em ê greva xwe bidomînin.”
Piştî pê hesiyan ku rewşa yek ji wan girtiyan ya Dêrsîm Kurd ji ber birçîbûnê ber bi xirabiyê ve diçe, gelê Amûdê bi meş û xwepêşandan nerazîbûn nîşan da. Li ser nerazîbûna civakê û bi mebesta xeteriya tendurustiya  wê, hêzên YPGê mecbûr man û di 26ê Hezîranê de Dêrsîm Kurd serbest berdan û ji malbata wî re gotin “kurê xwe bibin nexweşxaneyê”. Her çiqas ji Dêrsîm Kurd re hatiye gotin ku dê hevalê te jî bên serbestberdan jî, lê wan bernedan.

Piştî ku ew girtiyên din nehatin berdan, girseya civakê di 27ê Hezîranê de meş û xwepêşandana xwe domand ku Dêrsîm Kurd jî bixwe di nav wan de bû. Hat plankirin ku ew meş heta ber konê greva birçîbûnê bidome û li ber konê daxuyaniyek bê belavkirin. Girseya meşê hê berî ku bighîşe ber kon, hêzên YPGê êrişê konê greva birçîbûnê dikin, li yên di grevê de ne, didin, wan ji kon diavêjin derve û wan amûrên wan yên wek telefon, leptop, kamera û wd. Talan dikin û kon hildiweşînin.

Di heman demê de hin hêzên YPGê jî bi sê bi seyareyan dikevin nav girseya ku dimeşe. Ji hêlek ve jî bi çekên giran ew girse tê gulebarankirin. Di encama vê êrişa hov û nemirovane de kesên bi navê Nadir Xelo 18, Aras Bengo 35, Saad Seyda 17 li cihê bûyerê jiyana xwe winda dikin. Keçeka 15 salî ya bi navê Gulan di bin erebya ku çekdarên ji têde bûn de dimîne û ev erebe bi zanatî du-sê car bi ser lingên wê de diçe û tê. Yek ji wan jinên ku di erebeyê de bû, dikeniyan û digot; “ma viya ji çire dibe, bila bimire.”

Wexta ev êrişên hovane pêk hatin, leşkerên rejima Esad jî di erebeyên xwe de ji dûr ve temaşeyê wan nemirovan dikirin.
Herweha, di vê êrişa hov de bi dehan kurdên sivîl hatin birîndarkirin û bi sedan kes hatin binçavkirin. Kesê bi navê Şêxmûs Elî yê 67 salî berî ku bighîşe nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.

Kesê bi navê Berzan Keno yê 22 salî bi şêwyeke birîndarî ku dixawazin bibin nexweşxaneyê, ji aliyê yek ji çekdarê YPGê yê bi navê Sînan ve ku li ser minareya mizgeftê bû, bi çekê Qanasê carek din bi giranî tê birîndarkirin. Herçiqas Berzan Keno bi saxî dighîşînin nexweşxaneya Nisêbînê jî, lê mixabin Berzan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.

Yek ecebeke din jî, ji Şaredariya Nisêbînê tê daxwazkirin ku erebeya cenaze bidin wan da ku cenazeyê Berzan vegerînin Amûdê. Lê rêvebirên Şarederiyê erebeyê nadin wan û ji wan re dibêjin; “ka we bi çi awayî haniye vir, bi wê awayî jî vegerînin”.

Herweha, kesê bi navê Elî Rindî yê 67 salî jî ku bi gulya Qanasê hatibû birîndarkirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.
Herweha, ew sayîqên ambûlansan ku birîndaran birine nexweşxaneyan û doktorên ku birîndaran derman kirine jî, rastê êriş û tehdîtên çekdarên YPGê hatine.
Herweha, piştî vê bûyera nemirovane, bi sedan malên xelqê sivîl hatine dorpêçkirin, bi sedan kes hatine binçavkirin, malên wan hatine wêrankirin, tiştên wan yên giranbuha û pere, zêr û wd. hatine talankirin, ji bo ji bajar nerevin nasname, pasaport û cizdanên zewacê hatine destesekirin.

Li gor ku ji aliyê wan kesên binçavkirî ve hatiye gotin; ew, li wan wargehên mixabarata rejimê hatine binçavkirin û ji aliyê hêzên YPGê û endamên mixabarata Esad tada, êşkence û lêpirsîn li wan hatiye kirin.

Cenazeyên wan kesên ku di vê êrişa hov de hatibûn kuştin, ji aliyê heman hêzan ve hatin desteserkirin û di dema binaxkirinê de jî, goristan hat dorpêçkirin û ji bilî neferek ji malbatê nehêştin ku çu kes beşdarê merasima definkirinê bibe.

Berpirsên Amûdê yên rejima Esad ku ev demek dirêj e, ji Amûdê derketibûn, bi hêzbûna YPGê re carek din vergariyan bajêr.
Hêzên YPGê bi şêweyeke çeteyî bajêr dorpêç kirine, ji alemê bi navê “bac”ê xerac berhev dikin û ambargo danîne ser bajêr.

Ew kesên ku beşdarê xwepêşandanê bûn û bi şiklek ji bajêr dûr ketine, ji aliyê Hêzên YPGê ve fermana kuştina wan hatiye dayîn.
Yek ji wan ciwanan ku temenê wî 12 sali ye, diyar kir ku ew li ber Nexweşxaneya Mêrdînê rastê hin PKKyiyan hatiye û ji aliyê wan ve bi pozjikirinê hatiye tehdîtkirin.

Ev mexdûrên êrişên YPGê, ji hemû alî û kesayetiyên welatparêz daxwaz kirin ku hêzên YPGê ji ber vê siyaset û kiryarên wan yên hov û nemirovane şermezar bikin û hehl bidin daku ew dorpêça li ser bajêr bê rakirin.
Herweha, bi tundî rexne li medya û çapemeniya derdorên PKKê jî hat girtin ku ev demek e, wan bi tevî xelqê Amûdê ku li dijî siyaset û êrişên hovane xwe radigirin û nerazîbûn nîşan didin, wek çete û hevkarên mixabarata Tirk nîşan didin.

Piştî hevdîtina bi ciwanên rojava û serdana birîndarên li nexweşxaneya bajarê Mêrdînê, me serdana yek ji berpirsên wan ku mala wî li Mêrdînê ye, kir.
Agahî û daxwazên berpirs; “Em ji ber sedemên nebûna ewlekariya canî û tendurustiyê li vir in. Divê bê zanîn, roja ku ev sedem ji ortê rabin em ê vegerin bajarê xwe.

Li Amûdê hê jî rewş tevlîhev e, êriş û serdegirtina malên kesên welatparêz didomin, binçavkirin, tada, êşkence hê berdewam e. Em ji ewlekarî û tendurustiya kesên binçav di nav fikarê de ne.

Herçiqas hin derdor van kiryarên hovane wek “birakujî” bi nav dikin jî, lê ev ne birakujî ye. Lewra, em bêçek in û heta nuha me yek guleyek jî bera kurdek nedaye. Me, bi çalekî, meş û xwepêşandanên sivîl mafên xwe yê demokratîk bikaraniye.

Divê di serî de kur û dinya-alem bizanibin ku hêzên YPGê li pêşberê tekoşîn û azadiya gelê kurd bûne astengek cidî. Bi kiryarên xwe ji dema rejima Esad jî xirabtir li civakê anîne. De usa ku civak xweziya bi dema Esad tînin. 

Bi rastî em ji bêdengiya Hikumeta Herêma Kurdistanê ya li hember van êriş û rûdanan jî dilgiran bûn.

Wek tê dîtin, bi navê kurdayetiyê li ser kurdan wehşetek tê meşandin. Divê tu kes û aliyeke hestyar li hember vê wehşetê bêdeng nemîne. Ji her alî ve ev kiryarên nemirovane bên teşhîrkirin û mehkumkirin daku ew hêzên pêgir û taşeronên rejima xwînxwar dest ji van kiryarên xwe yên nemirovane bikişînin.
Ev zilm û zordariya ku li Amûdê pêkhatiye, bi navê kurdan şermek mezin e. Herweha, bêdengiya li hember vê zilmê jî, şermek mezintir e.
Em pê hesiyan ku piraniya wan kesên hatine qetilkirin, birîndarkirin û binçawkirin, siyasî ne û endamên partî û rêxistinên cûda ne.

Di van êrişên hovane de 6 kes hatine qetilkirin, bi dehan kes hatine birîndarkirin û bi sedan kes jî hatine binçavkirin û êşkencekirin. Sedan kes jî cihe xwe koçber bûne. Nuha jî 3 ji wan birîndaran li Nexweşxaneya Dewletê ya bajarê Mêrdînê û yek jî li Nexweşxaneya Dewletê Nisêbînê tên dermankirin.

12ê Tîrmeha 2013


Sevgi ÇELİK MORAY                        Ramazan MORAY                               Salîh ALPER

Endamê Meclîsa Partîyê Hak-Par       Endamê Meclîsa Partîyê Hak-Par         Endamê Meclîsa Partîyê Hak-Par

Back to top button