
Diyare Encûmena Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinên Iraqê biryar daye ku cûda kirin û bijartina dengên hilbijartinên Kurdistanê, li nav binkeyên hilbijartinan bi xwe de neyê kirin wekî li hemû hilbijartinên berê de hatiye peyrew kirin, belku piştî temambûna dengdanê, sindoqên binkeyan bêne komkirin û veguhezin çend binkeyekî serekî û li wir jî deng têne cûda kirin û bijartin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi piştbestina bi yasaya hilbijartina Parlemena Kurdistanê hejmar 1 ê sala 1992 ê hemwarkirî, bi erkê xwe dizanê wekî bi dengve hatina mîsogerkirina pakî û bêgerdiya hilbijartinan û cûdakirina dengan, li wê baweriyê da ye ev biryar, bi awayekî ne guncawe, ji bo wê yekê daxwaz dike cûda kirin û bijartina dengan, li gor wê yasayê bê ku li Parlemena Kurdistanê ve derketiye ku heta niha komîsyon bi xwe li hemû hilbijartinên berê de peyrew kiriye.
Dr Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
17.07.2013