Li Sêrtê dîsa leşkerekî Kurd xwe kuşt

Li bajarê Sêrtê xortekî Kurd (G.Ç) ku li ser nifusa qezaya Sasona Batmanê ye û li Sêrtê leşkerî dikir li gor îddîayan xwekuşt.

Xortê 22 salî yê Batmanî ku wekî Jandarma leşkeriyê dikir li gor îddîayan bi çeka xwe gulleyek berdaye singê xwe û xwekuştiye.

Bûyer îro demjimêr 15:00 an de li xaniyên 3. Fermandariya Tugaya Komandoyî pêkhat û heta niha kesek nizane sedema xwekuştinê çiye…

Her wiha berî demekî jî Mulkiye Birtane Parlementerê Qers yê BDP li civîneke rojnamevanî de ragihand, Adem Kalkan li 23 Hezîranê li Bingolê li nav seyareya leşkeriyê de bi mirî hate dîtin. Li gor daxuyaniya rayedarên leşkerî Kalkan xwe kuştiye. Lê Birtane ragihand ku hejmera xwekujiyên li nav leşkeriyê de dide zanîn ku herî zêde Kurd, Elewî, Ermenî û kesên demokratin û eve jî ne tişteke ji rêzêye.

Nerîna min :