Rastiya kuştina herdu Seîdan
Di van rojên dawîn de, behsa kuştina Seîd Elçî û ya Seîd Kirmizitopran li Medyaya Kurdî, bi taybetî jî li rûpelên Facebokê pir tê kirin. Lê belê mixabin kesek rastiya naverokê nabêje û negotiye jî.
Ez wek lêkolînerekî Çanda Kurdî, hin caran dema ez li tiştên çandî digerim, li tiştên dî jî rast têm. Li ser wê rûdana dilsotinî, hin belge û dengên li ser wê rûdanê jî pörgö min båne.
Mixabin kes rastiya naverokê nabêje, lê ez ê li virê bi hawayek bêalî û bi guhdariya li wijdana xwe rastiya meselê bibêjim:
Seîd Elçî sekreterê PDK-Tê (Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê) bû. Dr. Seîd Kirmizitoprak jî endamê wê bûye. Kirmizitoprak bi navê ”Doktor Şivan” hatibû naskirin.
Sal 1968, Komara Tirkiyê gelek endamên PDK-Tê desteser kirine û birine girtîgeha Antalyayê. Dr. Şivan di girtîgehê de rêxistinek li ser xeta komunîstiyê di nava endamên partiyê de avakiriye û ji bo ku partiya wî berfireh bibe, biryara ku Seîd Elçî averê bibe daye. Salek şûnde jî endamnên partiyê hatine berdan.
Piştî lihevhatina Mele Mistefa Berzanî û Sedam Huseynî ku Otonomiya Kurdistanê hatiye pejirandin, Kurdên Başûr desrhelatiya xwe bi awayekî fermî li Başûrê Kurdistanê damezirandine.
Dr. Şivan û çend hevalên xwe çûne Başûr û cihekî ji bo avakirina barîgehekê ji xwe re, ji Berzanî xwestine. Berzanî cih daye wan, çek û pere û wekî din alavên pêdivî tevek dane.
Piştî derbeya 1971ê ya Tirkiyê, Seîd Elçi û çend hevalên xwe reviyane û bi riya Binxetê çûne Başûr. Seîd Elçî berî ku here Berzanî bibîne, xwestiye pêşî Dr. Şivan bibîne. Ji ber ku herdu Seîd hem hevalên hev yên partiyê bûne û hem jî Kurdên Dimilî bûne ”heskirin”a wan ji hev re zêdetir hebûye.
Seîd Elçî dema çûye barîgeha Dr. Şivanî, Şivên demildest ew desteser kiriye û avêtiye girtîgehê û gotiye çekdarên xwe: ”Ev du kes ajanên MITê ne” piştre jî bi awayekî lezgîn ew birine cihekî xewle gulebaran kirine û laşê wan xistine binê şikêrekê.
Hin biraderê DDKDyî ku niha li jiyanê hene, vê meselê rind dizanin. Bila ew eşkere bikin!
Îcar piştî ku lêpirsîn li ser wendabûna Seîd Elçî dest pê bûye, Dr. Şivan gotiye ku ”Erê Seîd hatibû virê, lê çend roj ma û derbas bû dîsa çû Tirkiyê.”
Wê demê pir kes û gelek jî kesên ku xwe li Dr. Şivan girtibûn û li wê barîgehê diman, dema ku ”wendabûna Seîd Elçî” bihîztine, şaweşaw ketiye nava wan û şaş mane. Îcar çend kesên ku bi fermana Dr. Şivanî beşdarî di kuştina Seîd Elçî de kiribûn, ji barîgehê reviyane û çûne, mesela kuştina ”du ajanên MITê” eşkere kirine û gotine HEBE NEBE YEK JI WAN KUŞTIYAN SEÎD ELÇÎ BÛYE.
Piştre çend serkirdeyên Şoreşê digel hin pêşmerge çûne û şikêra ku laşê Seîd Elçî di binî de bû nîşandane.
Dema Dr. Şivanî hatiye desteserkirin, li xwe mikur hatiye.
Niha hem dengê Dr. Şivan û hem jî nivîsa destên wî bi xwe, hene ku çewa û ji bo çi Seîd Elçî kuştine.
Dadgeha desthelatiya Otonomiya Kurdisyanê jî sezayê kuştinê daye Dr. Şivanî.
Li vê gorê, nexwe Seîd Elçî mezlûm e û Dr. Şivan jî kujerê wî ye.
Yan jî eger Seîd Elçî bi fermana Şivanî jî hatibe kuştin, dîsa tiştek nayê guhertin.
Lê ev e 50 sal in ku dem di ser wê siqûmatê re derbasbûye. Hêjî hin kes hene ku naxwazin rastiya naverokê bizanibin û her dixwazin ku tevdanê bikin, dibêjin: ”Berzanî Dr. Şivanî gulebaran kiriye!” Lê behsa ku Seîd Elçi bi gulebarana Dr. Şivanî hatiye kuştin nakin.
Bi hêviya ku ew birîn bête darûkirin û nebe sedemê xirabiyeke zêde di nava siyasetmedarên Kurd de.
06/ 06/ 2020
Zeynelabidîn Zinar