Polîtîk
Rojnevanek Iraqî dibeje ku Mazlum Ebdî serdana Brxdayê kiriye

Rojnamevanê Iraqî yê bi navê Ehmed Mulla Talal, ragihand ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ji bo gotûbêjkirina ewlehiya sînor û mijarên stratejîk li serdana paytexta Iraqê bajarê Bexdayê kir.
Rojnamevan û pêşkeşkarê televîzyona Iraqî UTVê Ehmed Mulla Talal li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku Fermandarê Giştî HSDê Mazlûm Kobanî serdana Bexdayê kir.
Ehmed Mulla Talal dibêje Mazlûm Kobanî ji Rojavayê Kurdistanê bi helîkopterkî çûye Silêmaniyê û piştre bi wesayîteke taybet a Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî derbasî Bexzdayê bûye.
Bi gotina Talal ew serdana Mazlûm Kobanî, ji bo gotûbêjkirina ewlehiya sînor û mijarên stratejîk bûye.