Ew nûçeya ajansa PKKê derew e

Roja 3.6.2020ê di medya PKKê ANFê de nûçeyek hatibû belavkirin ku, Sekreterê Polîburoya PDKê Fazil Mîranî û MIT a Tirkiye li Duhokê civiyane û hinek biryar li dijê PKKê standine. Rojevakurd li ser derewbûna vê nûçeyê û herweha pravakasyonên ku PKK hewldide başûrê Kurdistanê çêbike Nûçe/Analîzek belav kirîbû.
Medya PKKê zemînê pravakasyonek mezin amade dike
Ofîsa rojnamevanî ya Sekreterê Polîburoya PDKê Fazil Mîranî, di derbarê nûçeya derew ku ANFê de hatî weçandin daxûyaniyek ragihand.
Daxûyanî:
“Beşê Tirkî yê ajansa ANF News ya ser bi PKKê ve nûçeyek belav kiriye û tê de dibêje, (birêz Fazil Mîranî di civîneke Mîta Tirkiyê de li bajarê Duhokê beşdar bûye, ku armanca wê civînê amadekirina hêzeke 200 kesî bû, ku ew hêz cilên gerîlayên PKKê lixwe bikin û li çend cih û dezgehên hestiyar ên Herêma Kurdistanê mîna polîs û asayişê bidin, ew jî wek sînaryo ji bona lêdana xelkê nerazî li devera Badînan û çend navçeyên din ên Kurdistanê, ku piştre jî bi vê hicetê li PKKê were dan û navendên wê yên li Herêma Kurdistanê bibin hedef.)
Jibilî ku em dibêjin ev nûçeye ji serî heya bi binî derew e, pêwîst e em zelal bikin ku birêz Fazil Mîranî di ti civîneke wisa de amade nebûye. Herwiha em daxwaz ji wê ajansê dikin rast be û êdî xelkê bi nûçeyên derew nexapîne.
Ofîsa rojnamevanî ya Sekreterê Polîburoya PDKê Fazil Mîranî”