Cîhan

Biden bû reqîbê Trump

Cîgirê Serokê Berê yê Amerîkayê Joe Biden ji bo postê serokatiya Amerikayê bû berbijêrê Demokrata.
Hilbijartina serokatiya Amerikayê dê di navbera serokê niha Donald Trump û Cîgirê Serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden de derbas bibe.

Biden berbijêrê Demokrata ye û Trump jî yê Komariya ye.
Bê guman di vê derbarê de gelek nirxandinên cuda hene. Rewşa Amerika û bûyerên li vî welatî rûdidin hemû di dengdanê de rolek taybet dileyze.

Berbijêrê Demokrata Biden di daxûyaniyekî de dibêje: Amerîka ji qonaxekî zehmet re derbas dibe, lewma “siyaseta tûnd û parçeker a Serokê Amerîkayê Trump nikare vê aloziyê çareser bike û pêdiviya Amerîkayê bi serokekî nû heye ku tevahiya welat bike yek.”

Hilbijartinên serokatiya Amerikayê roja 3/11/2010ê de çêdibe.

Back to top button