Civak

Pasdarên Îranê kolberekî kurd kuştin

Li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê di êrişa pasdarên Îranê de kolberekî kurd hat kuştin û komek kolber jî birîndar bûn.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî pasdarên Îranê li deverên sînorî yên bajarê Serdeştê komek kolberên kurd dan ber guleyan.

Li gorî agahiyên Hengawê, di wê êrişê de kolberek hat kuştin û 3 kolber jî birîndar bûn.

Ew kolberê ku hatiye kuştin, navê wî Umer Meslehetî û xelkê gundê Bêlûke yê Serdeştê bûye. Kolberên birîndar jî tenê navê du kesan hatiye zanîn: Ebdulrehman Şeqayiqî û Umîd Koşiyar.

Back to top button