Nivîsar

Medya PKKê zemînê pravakasyonek mezin amade dike

PKK cardin xwe li başûrê Kurdistanê ji hinek pravaksyona re amade dike. Her dema PKK hewlbide ku tevlîheviyekî bike , ji berî her tiştekî li gora xwe dest propagandeyê û belavkirina dezenfarmasyona dike, heta ku di nava raya giştî de zeminekê peyda bike.

Niha jî behsa hinek civîna di navbera Parastin û MITê de dike. Nûçeyeka di ANFê de hatî belavkirin de dibeje ku, Parastin û MITê li Duhokê Rixos Hotelê civînek li dar xistine.

Herweha ANF di nûçeya xwe de dibêje: “ Li gorî agahiyên ku kesekî ji Asayîşa Duhokê gihand ANF’ê  li gora palanekî jî 200 kincên gerîla yên ku gerîlayên HPG’ê li xwe dikin hatine amadekirin. Li gorî planê, endamên îstîxbarata Tirk û Hêzên taybet ên PDK’ê wan van kincên gerîla li xwe bikin û li Duhokê êrişê bibin ser nuqteyên asayîşê û polîsan.

Li Duhokê wê êrişê bibin ser kesayetên girîng ên pêşengiyê ji mûxalefeta li dijî PDK’ê re dikin, her wiha wê êriş li lîderên mûxalefeta civakî û hin kesayetên girîng ên Tirkmen bên kirin, piştre wê vê yekê bixin stuyê PKK’ê û êrişeke provokatîf, komkujiyê bikin.“

Di rastiya xwe de medya PKKê derewa dike. Lê her dema ku bi zanebûn çavkaniyên nûçeyên bi destçêkirî û senaryoyên amade dikin, ji nava Asayişa Kurdistana Başûr didin nîşandan, ev yek di serê insana de pirsekî peyda dike. Peyda kirina vê pirsê bi xwe jî PKK wek serkevtinekî ji bo xwe dihesibîne.

Li vê derê erkê medya başûrê Kurdistanê ewe ku , derewiya van senaryoya derêxê holê. Eger medya başûr a ku li ser PDKê ve rastî bixwaze rastiya derêxe holê û ji xwe re bike meselê, xwedî wê imkan û zanebûnêne ku van senaryoyên li ser derewan hatîn avakirin pûç bike. Erkek yê medyayê jî ewe ku dema nûçeyek derkeve holê, rastîya wê yan jî ne rastiya wê zelal bike.

Lê mixabin heta kêr negihe hestî medya girêdayî PDKê li başûr vê yekê nake. Yanî dewsa hinek malper behsa van rastiyan bikin, baştire medya ku xwediyê rasmalek pir berheve û pereyek zêde serf dikin, li ser hinek pirsgirêkan bisekine û hinek babetan  ji bo raya giştî zelal bike.

Herweha her çikas ev senaryo derewbin jî, divê asayişa Kurdistanê ji bo hinek çavkaniyên têne nîşandan(tê zanîn ku ev yek tektîkek ya medya PKKê ye jî)lêkolîna bike.

Nabe mirov van nûçeyên provakatîf ser guhê xwe re bavêje. Gerek baş li ser bê sekinandin û dezenfarmasyona medya PKKê belav dike û awayekî bê rawestandin.

3.6.2020

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

Back to top button