Kultur

Hadassa Yeshurun: Hertim emê piştgirê Kurd û doza Kurdistanê ya rewa bin

Hunermenda Kurd û Cihû Hadassa Yeshurun li ser kûştina ciwanê Kurd Bariş Çakan li ser rûpela xwe ya taybetiya facebookê peyamek belavkir û kûjerên ciwanê Kurd şermezar kir û got: Hertim Emê pişgirê Kurd û doza Kurdistanê ya rewa bin.

Hadassa Yeshurun li peyama xwe de wiha nivîsiye:
Ez wek Kurdek Cihû ji Ísraîl im. Hunermend û dengbêj im.Ez ú gelek Kurdên Cihû yên Îsraîlê, ji bo şehadeta xortê Kurd Bariş Çakan pirr xemgîn bûn. Ciwanê Kurd Bariş Çakan; ji ber ku guhdarî muzîka Kurdî dikir, ji alî 3 kesê níjadperest ve bi kêra, li Ankara hate şehîdkirin.

Tiştên ku bi serê Xelkê Cihû hat, berê jî û niha jî tê û berdewame.

Em Xelkê Îsraîl vê wahşetê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin.

Hertim Emê pişgirê Kurd û doza Kurdistanê ya rewa bin.

Pişgiriya doza azadiya Kurdan û Serxwebûna Kurdistanê bikin.

Bijí biratîya Kurd û Îsraîlê.

Bimre hovîtiya Tirk, Ereb û Farisan.

Back to top button