Polîtîk

Parlementerên Swêdî: Balyozê Enqere li Stockholmê ji Swêdê derînin

Piştî ku çend parlementereke Kurd yên ser bi Partiya Karkerên Sosyal Demokrata Swêdî proje biryarek pêşkêşî Parlemena Swêdê kirin ku ji bo pejirandina mafên Kurdan û piştevaniya doza Kurd bû, medyayên tirkiye dest bi helmeteke berfireh li dijî Swêdê kirin. Medyayên Swêdî jî bersîva tirkiyê didin û daxwaz ji Hikûmet welatê xwe dikin ku Balyozê Enqere li Stokholm ji Swêdê bê derxistin.

Rojnameya “Aftonbladet” ya Swêdî raporeke girîng di vî derbarî de belavkiriye û 17 rojname û saziyên medyayî yên tirkiye xistine nava lîsteyekê ku li encama proje pêşniyazeke çar Parlementerê Swêdê, dest bi helmeteke li dijî wan Parlementeran û Parlemen û Hikûmeta Swêd û Parlementeran bi “piştevanê teror, xiyanetkirina li Swêdê” tometbar dikin.

Rojname nivîsiye, ew medya û saziyên tirkiye hemû bi kirêgirtiyên Hikûmeta Enqere û Serokê tirkane, eger medya ji yek alî ve neyên birin, tevahiya babetên wan wekî wan û fikr û ramanên wan nabê. Ji bilî wê yekê ku ev karê tirkiye jî bi destwerdana li karubarê navxweya Swêdê bi nav dike û behsa ewe kiriye, Parlementerên Swêdê ji eslê xwe ji her gelek bê, dawiyê de welatiyê Swêdêne û bi daxwaza xwe dikarin proje biryar û yasa ji bo her war û babetek de pêşkêşî Parlemena Swêdê bikin.

Li raporê de hatiye behskirin ku ji bilî wê yekê ew proje biryara Parlementerên Swêdê ji aliyê 13 Parlementeran ve hatiye îmzakirin û pêşkêşî Serokayetiya Parlemenê kirine, lê belê medyayên tirkiye tenê êrîşî çar ji wan 13 Parlementeran kirine. Eve jî wateya wê yekê dide ku tirkiye zanyariyeke hûr li ser Parlementerên Swêdî heye û sîxuriyê li ser wan de dike. Ji bo wê yekê jî ew bi tevahî red dikin û daxwaz ji Hikûmeta Swêd dikin beranber wê karê bêhelwest nebê.

Behsa ewe jî kiriye ku êrîşa welateke biyanî li ser Nûnerên hilbijartiyên Parlemena welatê me, bi tu awayekê nayê qebûlkirin, pêwîste aramiya Swêd beranber karên zêdeçûyên Erdogan bi dawî bibe û bi tundî wê karê şermezar bikin û Balyozê tirkiye jî ji Stockholm bişînin Enqere.

Back to top button