Nivîsar

Rastiya Kurdistanê û Fobî A- la Kurdî

Cemal BATUN

Rastiya Kurdistanê:

Bûyerên di dema dawî de li Iraq a Federal rûdayîn, di herêmê / cîhanê, lê bi taybetî di rastiya Kurd / Kurdistanê de rewşên gelek nû derxistin pêş. Serokatiya Kurdistanê, desthilata siyasî ya Başûrê Kurdistanê girêdayî van rûdanên berçav hest a xwe û ya gelê Kurdistanê ragihand raya giştî ya cîhanî, bi vî awayî yekem car di dîroka Kurdistanê û cîhanê de, bi awayek weha berfereh PIRSA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ bû pirsek herî girîng a rojeva siyasî / dîplomatîk a dinyayê…

Serokatiya Kurdistanê û desthilata siyasî ya Kurdistanê ji raya giştî ya cîhanê re ragihand ku:

•    Derdora Kurdistanê ji aliyê tevgerên terorîst / ekstrem ve hatiye dorpêçkirin û mafê hêzên Kurdistanê ye ku gel û welatê xwe biparêzin. Ev jî, li gor rastiya û tevlîheviya herêmê herî baş bi danîna mekanizmeyek dewletî ve dikare were pêkanîn.

•    Kurd li Başûrê Kurdistanê, bi awayek de-facto ev 23 – 24 sal in birêvebiriyek dewletî dijîn. Kurdistanê ji gel / welat / herêm û cîhanê re jî nîşan da ku hebûnek ewle – demokrat -nûjen e. Konsensûsek civatî / pirrneteweyî di hemû warên siyasî, aborî, enerjîk, çandî, pirrolî de pêk aniye.

•    Kurdistan di vê dema xwe ya – facto dewlet de, tu caran nebûn metirsiyek li ser ewleyiya derdora xwe, herêm û cîhanê. Herçend ku di derdora Kurdistanê de, bi her awayî lîstik û dolabên metirsîdar, şer, tevlîhevî rû dan jî û piraniya dewletên derdor (bi taybetî yên dagîrkerên Kurdistanê) di nav van tevlîheviyan de jî bûn,  Kurd / Kurdistan ne bû aliyek van dijberiyan.

•    Kurd / Kurdistan miletek ji herî kevnare yê herêm û cîhanê ye. Mafê Neteweyê Kurd heye, wekî her neteweyêk din xwedî diyarkirina çareserî û pêşeroja xwe be…

Bêguman Serokatî / Desthilata siyasî ya Kurdistanê dibe gelek argumenên din jî pêşkeşî navendên girîng ên siyasî yên cîhanê kiribin, lê ev xalên jorîn bi xwe jî,  hesta rast a doza Kurd nîşanî cîhanê dikin.

KES NIKARE LI SER HEST A GELÊ KURDISTANÊ XWEDÎ BIRYAR BE. EV BIRYAR YA GEL Û NETEWEYÊ KURDISTANÊ YE! Ev rastî çawa ji gel û neteweyên din re derbas dibe, herweha mafê herî rewa ya Kurd / Kurdistanê ye!

* * * * *

Fobî A- la Kurdî

Binerin çi bû, gava ku pirs û daxwaza Serxwebûna Kurdistanê hate rojevê!

Yekem aliyên ku li dij daxwaza referendûma serxwebûna Kurdistanê derketin bûn dewletên ”Musilman” ku wekî ”brayên olî û manewî” tên binavkirin!!!

Komara Islamî ya Iranê ku bi navê ”ol a mafdar” diaxifa (!) û navê islamê jî li Komara xwe kiriye. Parlementoya Komara ”Islamî”, Serokatî, desthilat û Wezareta Derve ya Iran a derewîn û durû daxuyanî piştî daxuyaniyan li dij Kurdistanê û bi taybetî Birêz Serok Barzanî û Serokwezîr Birêz Nêçîrvan Barzanî dan!

Erebên ku bi xwe xwedî 22 dewletan in û bi taybetî Filistiniyên ”brayên Kurdan” avakirina dewletek Kurdistanê ji pişta xwe re wekî xencer binav kirin! Serokê Misrê yê cuntavan Sisi, Serokê bêbext ên Filistiniyan Mahmûd Abbas bi daxuyaniyên taybet li dij Kurd / Kurdistanê derketin!…

Fobiya Kurd / Kurdistanê mêjiyên Iran û Ereban dagîr kiriye, ango wan welatê Kurdistanê dagîr kiriye, lê pirs / rastiya Kurd jî mêjiyên wan dagîrkiriye. Mixabin, ev rastiya têkiliya:  Kurdistan û van welatên binavkirî ye!…

Gotinêk pêşeyî ya Kurd heye. Gava mirov diçe mêvanî yan jî seredana hinan û pêşberî yekî rêz û hurmet têt. Tê gotin: rêz û hurmeta xwe girtin. Ereb û Iran dixwazin em rêz û hurmeta wan bigrin (!) WE HURMET Û RÊZ LI GEL XWE NEHIŞTIYE!  EM DÊ ÇAWA RÊZ Û HURMETA WE BIGRIN!…

Stockholm: 17 Tîrmeh 2014
__________________________________

Back to top button