Nivîsar

Rastiya dînê îslamê û neteweyê kurd

Mixabin rastiya Îslamiyetê, nayê zanîn. Ji ber ku Erebên Emewî piştî ku qetlîam li Ehlê Beytê kirin, piştre piraniya Ayetên Qurana pîroz û gotinên cenabê Pêxmberî guhertine û li gor sûda xwe ji nû ve sererast kirin. Bi hemû bilsilamanên ne Ereb jî dane pejirandin. Lê zanayekî olî ji van neteweyên ne Ereb jî, vê yekê nabêje.  

Piştî Emewiyan, dema ku Ebasî îcar hatine desthelatiyê, ev car wan dest pê kiriye û hemû Ayet û Hedîsên ku Emewiyan ji bo sûda xwe sererast kiribûn guhertine, ji bo xwe û ji bo sûda sererast kirine.

Bi wan guhertinên Emewiyan û piştre jî bi yên Ebasiyan, hemû xelkên bisilman ên ne Ereb kerr û kor bûne, kes jî ageh ji xwe tune.

Ev Îslama ku niha heye, ne ew Îslama ku Muhemed Pêxember (xxxl) eşkere kiribû. Ev Îslama niha, ew e ku Ereban kirasê erebî lê kirine û xistine xizmeta erebtiyê; li her deverê jî tenê ji bo sûda Ereban bi kar tînin.

Îro Neteweyê Kurd bindestê ”Îslama Kirasê Erebî” ye. Lê belê Îslama ku niha Kurd li serê diçin, ew Îslam e ku Muhemed Pêxember eşkere kiribû.

Neteweyê Kurd û axa xwe, bindestê ”Îslama Erebî” ne. Ji ber hindê ye ku nijadperestekî ”Îslama Erebî” yê ne Ereb li kura dinyayê hebe, dijminatiya Kurdan dike.

Ev terorîstên bi navê DAIŞê ne tenê Ereb in, lê hemû suxreya ”Nijadperestiya Erebî” dikin û ji ber ku ew kerr û kor in, pê nizanin.

Ereban ji Sedsala 8 û 9an ve, her Kurd kuştine. Sedam Huseyn wehşeteke mezin bi Kurdan ve aniye û şervanên Filistînî yên ”Azadîxwaz” di binê fermana Sedamî de xwîna Kurdan rijandine.

Terorîstên DAIŞê, dema Şengalê qetlîam kirin, fetwayeke ”Îslama Erebî” jê de dîtin û gotin ku ”Ev Kurd kafir in û kuştina wan rewa ye.” 
Li Kobanê jî fetwaya ”Îslama Erebî” ev bû ku ”Kurd murted in” ango ji ”Îslama Erebî” vegeriyane.

Wateya peyvika ”îslam”ê ya ferhengî, daweşandina ji xirabiyan e. Lê ev ”daweşandina ji xirabiyan” bo Neteweyê Kurd tenê qetlîam e, bindetkirina Kurdistanê ye û firotina keç û jinên Kurd e.

Divê neyê jibîrkirin ku Ereb ji hemû kesên bisilman ên ne Ereb re dibêjin MEWALÎ. Wateya vê peyvê jî ”kole/evd” e.

Hêvîdar im ku zanayên Kurd ên olî rojek berî rojekê, berê xwe bidin Îslama ku Muhemed Pêxember eşkere kiribû û rastiya ”Îslama Kirasê Erebî” ji xelkê xwe re eşkere bikin.

28/ 09/ 2014

Zeynelabidin Zinar
[email protected]

Back to top button