Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re, îro 20ê îlona 2014ê li bajarê Stenbolê, digel Ehmed Dawudoglo serowkezîrê Tirkiyeyê civiyan.
Rewş û pêşhatên siyasî û leşkerî li Îraq û herêma Kurdistanê, pirsa pêkanîn û beşdarîkirina herêma Kurdistanê di kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê de, rewşa herêmî û Rojhilata Navîn, şer û rûbirûbûna pêşmerge li dijî terorîstên DAÎŞ, giringiya avabûna hevpeymaniya navdewletî ji bo lêdan û jinavbirina terorîstan û piştgiriya cîhanê bo pêşmerge di şerê dijî terorê de bi giştî di civînê de hatin nirxandin.
Rewşa mirovî a penaber û koçberan li herêma Kurdistanê û dihewarçûn û hewandina wê hijmara zêdeya koçberan ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê û civaka navdewletî ve mijarên din yên civînê bûn û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî tekîd li wê yekê kir ku, divê Îraq û civaka navdewletî zêdetir alîkarî û hevakriya penaber û koçberên li herêma Kurdistanê hene bikin. Tevî ji bo wan alîkariyên miroviyên pêşkeşkirine, serokwezîr Kurdistanê sipasiya Tirkiyeyê kir lê careke din got ku, herêma Kurdistanê pêşbîniya alîkariyên zêdetir ji bo koçberan ji Tirkiyeyê dike.
Her du serokwezîran têkeliyên navbera Hewlêr û Enqereyê gotûbêj kirin û tekêd li ser xwesteke her du welatan ji bo pêşdebirina têkeliyên êkonomî, bazirganî û siyasî û berdewamiya hevkarî û hevahengiya di warê enerjî û çavkaniyên xwezayî de di navbera herêma Kurdistanê û komara Tirkiyeyê kir.
Weke tê zanîn, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja yekşemiyê 29ê îlona 2014ê, li ser vexwendina fermiya serokwezîrê Tirkiyeyê û serokê Korbenda Aboriya Cîhanî û ji bo beşdarîkirinê di kar û çalakiyên wê korbenda aboriya cîhanî de serdana Tirkiyeyê kiriye.