Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ku, li ser daweteke fermî ya serokwezîrê Tirkiyeyê û serokê Korbenda Aboriya cîhanî û ji bo beşdarîkirin di kar û çalakiyên korbenda aborî de, li Tirkiyê ye, piştî beşdarîkirin di merasima vekirina Korbenda Aboriya Çîhanî de, duhî roja yekşemiyê 28ê îlona 2014ê li Stenbolê digel Receb Teyb Erdogan serokomarê Tirkiyeyê civiya.

Di civînê de bûyer û pêşhatên Îraq, herêma Kurdistan û deverê bigiştî nirxandin û rewşa piştî êrîşên terorîstên DAÎŞ bo ser wîlayeta Mûsil, Tikrît û paşî jî bo ser herêma Kurdistanê gotûbêj kir. Şer û rûbirûbûna pêşmerge dijî terorîstan û kontrolkirina gelek ji wan cî û deverên pêştir ketibûn  destê terorîstan, pirosesa siyasî li Îraqê, pêkanîn kabîneya hikûmeta Heyder Ebadî û pêşbîniyên bûyer û pêşhatên deverê, Rojhilata Navîn bi giştî di civînê de hatin behis kirin.

Erdogan tekîd li ser zêdetir xurtkirina têkeliyên digel herêma Kurdistanê kir û got ku, Tirkiye bi wan têkelî û rêkeftinên, di hemû waran de, digel herêma Kurdistanê hene pabdend e û di heman demê de Tirkiye, dê di vê rewşa herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, hevkar û piştevana herêma Kurdistanê be. Wî got ku, di warê mirovî de heta niha Tirkiyeyê bi awayekî baş hevkarîkiriye û dê li ser wê alîkarîkirinê berdewam be.  Serokomarê Tirkiyeyê, li dor pirsa terorê jî got ku, ji bona rûbirûbûna terorê Tirkiyeyê hevahengiyek timam digel hêzên hevpeyman heye û ev hevahengiye digel herêma Kurdistanê jî, ji bona nehêlana her metirsiyekê li herêmê, dê hebe.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê sipasiya helwest û hevkariya Tirkiyê kir û got ku, herêma Kurdistanê  pêşbîniya piştgirî û hevkariya zêdetir ji Tirkiyeyê dike. Serokwezîr xwesteke herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina têkeliyên aborî û siyasî digel Tirkiyeyê nîşan de û helwesta herêma Kurdistanê di warê beşdarîkirin di hikûmeta nû ya Îraqê de zelal kir ku; herêma Kurdistanê bibeşdarîkirinê  dixwaze şansek bi hikûmeta nû ya Îraqê bide bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: