Çi bextê Romê, çi jî bextê Daîş`ê heye
Dîsa dek, dîsa dolab! Dîsa Kurd tên xapandin. Bav û kalên me çiqasî rast gotine; ”Bextê Romê tune ye”. Gotarekî ku ketîye rola gotepîrî(gotinê pêşîya), hewqas dikare rast bibe.
Bi sed sala ne û bi nejimartî cara ne ku vê gotara hanê di cî da ye û di dîrokê da xwe hergav daye îspatkirin. Dîsa dewleta Romê û Kurd, dîsa dewletên misilman û Kurd, dîsa dek û dolab.
Dem tê bi navê yekummetîyê, dêm tê bi navê yekmilletîyê, dem tê bi navê biratîyê, dêm tê bi darê zorê û dem jî tê dîsa bi dek û dolaba Kurda bi navê terorê û cûdaxwazîyê ”tewanbar” dikin û dar û gopalên xwe li serê gelê Kurda da dişikênin ta ku Kurd ”tobedar” bibin, asîmîle bibin û carekî din serê xwe hilnedin…
Hovîtîya Daîş´ê bi her awayî li ber çava û eşkera ye. Dewletên ku bi Daîş´ê ra, bi pêvajoyekî dîrokî ”şîrîk” û xwedîpeyman in, ew jî dîyar in. Lê li alî din, bi rastî jî li rojhilata navîn da destê kî di bêrika kî da ye, ”nekifş û nedîyar” e. Axlem ji bûna Kurda jî, meriv dibê qey ”qula moza” ye. Kurd xwe li kîjan alî dizivirînin bi Kurda, bi bêbextî vedidin. Her hesab fenî li ser setrancekî, li ser Kurda tê kirin. Her leyistik, li ser bi tevayî tevgera Kurd tên leyistin.
Meriv dibê ku tu cara kuştina kesekî nexwaze. Kî dibe bila bibe, kuştin hovîtîya herî mezin e. Lê gelo kuştinên li Kurdistanê dibin, kujdarên wan kî nin? Sûcdar û gunehkarên wan kî nin? Dibê ku rolên Şamê, Bexdayê û Tehranê jî neyên jibîrkirin. Dîsa bêbextî, dîsa dek û dîsa dolab.
Piştî ”berdana” 49 kesa, êrişên Daîş´ê li ser Kobanê hin zêdetir û hovtir bû. Welatê Tirkîyê jî, fenî ku haya wan ji tu tiştekî tune be, ji bû xwe ”şêrîn” bidin nîşandan,(ji ber zextên Amerîqa û qoalîsyonê) rabûn sînora nişkava da vekirin. Ji lêdan/bombekirina Amerîqa/qoalîsyonê, ka wê çi derê, em dê tev bi hevdû ra bibînin. Dîsa her dewlet û berjewendîya xwe.
Li gorî planên dagirkera, yek ji wan ku herî rojger(aktuel) e; di xewna xwe da jî valakirina Kobanê dibînin. ”Tevgera Kurd çiqasî derbeya ji Daîş´ê bixwo, wê hewqasî qelstir be û Kurd wê xwe bavêjin ´bextê´ me. Ji xwe mîsyona me ya dîrokî ew e ku em ”parêzer”ê Kurda bûn û dê weha jî bimînin.”
Mebest û helwesta wan dîyar e; Tevgera Kurd li ku derê û kîngê serî hilde, dibê ku bê tefandin û rûxandin. Kelema datînin hem li ber tevgera Rojava û hem jî li ber ragihandina referandûma Kerkûkê û serxwebûna Kurdistanê. Piştra jî, ji Kurda ra xwe bikin ”parêzer”!
Balkêşîyekî pir girîng heye ku; Kurd, dixwazî misilman, mesîhî, êzîdî, cûhî, ji çi olî dibin bila bibin, dibê ku bîatkar û îtaatkar bin. Li gorî oldara/olperesta, dibê ku serê Kurda li ber ummetîyê tewandî be. Tu cara li dervayê ummetê nemînin, ku ev jî fenî tê zanîn, bi xwe ra zilm, zordarî, tundî, kuştin û kolebûnê anîye û tîne… Nêzikî 1500 sal e, wêneya şûrê ku li ser ala Îslamê ye, nûha jî li ser ala Daîş´ê ye. Daîş, tu nesîbekî çi ji globalîzmê çi jî rûmetgirtina merivatîyê negirtiye. Şûrê xwe carekî din kişandiye!
Lê firîqet bin, Kurd Kurdê berê nînin. Ji bext û sonda pir bedel dane. Berxwedan û tekoşîna Kurd, bi xweyeqînî, bi bawerîyekî xurt û bi girseyî xwe nîşan dide. Wê her gurtir, zexmtir û xurttir bibe. Roj bi roj, meh bi meh û sal bi sal gavên jîrtir û jêhatîtir tên avêtin. Derdijminên Kurd, wê bi her ”sedemokên pêkhatî” va bixwazin, fenî dek û dolabên berê, Kurda berî hevdû bidin… Lê Kurd, dîroka xwe ji nû da dinivisînin, nayên leyistika û bi bedelek giran be jî, wê her bi ser kevin…
Kurd êdî van dek û dolaba dibînin. Ji alîkî va; Hizbullah, Fethullah û Robotskî û ji alîkî va Helepçe, Şengal û Koban! Bila ku Kurd nûha, ji pêvajoyekî pir giran û zehmet derbas dibin, piştevanîya navbeyna Kurda pir giranbuha ye. Azadîya meriv, bi giranî di destê meriv bi xwe da ye.
Îlhamî Can
[email protected]