Raste sibê ez dê Kurdistanê bi cî hêlim, lê wê û xelkê wê tu carî jibîr nakim.
Bi minasebeta bidawîhatina wezîfeya wan li herêma Kurdistanê û ji bona rêzgirtin li xebatên wan yên ji bo pêşxistina têkeliyên Almaniya û Amerîkayê bi herêma Kurdistanê re, vê êvarê bi amadebûna hijmareke wezîrên hikûmet, sefîrê Tirkiyeyê yê li Îraqê, waliyê Hewlêrê, konsolos û nûnerên welatên biyann yên li Hewlêrê, fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê şahiyeke rêzlêgirti nû şîvxarikek ji bo Oliver Schnakenberg konsolosê giştiyê konsolxaneya Almaniyayê ya li Herêma Kurdistanê û Andro Sino serokê tîma avadankirina herêmîya sefaretxaneya Amerîkayê li herêma Kurdistanê li hotêl Xanzad saz kir.
Di destpêka şahiyê de, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di peyvekê de sipasiya beşdarbûyan kir û bi anvê hikûmeta herêma Kurdistanê got: ” Em sipasiya Oliver Schnakenberg konsolosê giştiyê konsolxaneya Almaniyayê ya li herêma Kurdistanê dikin ji bo beşdariya wî ya berfireh û ew rolê di avakirina têkeliyên nevbera herêma Kurdistanê û Almaniyayê de lîstî. Herêma Kurdistana Îraqê di demên berê de gelek êş û azar dîtine û îro fêdey ji peywendiyê baş werdigire. Dr. Oliver di warê bihêzkirina têkeliyên aborî, siyasî û kulturî di nevbera her du aliyan de roleke girin lîstiye.
Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de got: Ez hez dikin, ji bo wê beşdariya wî ya pir giring û ew rola di xurtkirina peywendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê lîstiye, sipasiya Andro Sino serokê tîma avadankirina herêmîya sefaretxaneya Amerîkayê li herêma Kurdistanê bikim.
Berpirsê têkeliyên derve got ku wan her du kesên birêz ji bo ber bi pêşvebirina pirsa herêma Kurdistanê li konsolxaneyên xwe li Bexda, Waşîngton û Almaniyayê ji bo ku têgihîştineke baştir li ser herêma Kurdistanê hebe û ka çi pêwîste pêşkeşî Îraqa federe, demokrat û pêkhatên wê bike, karekî cidî kiriye.
Paşî Oliver Schnakenberg, ji bo wê alîakrî û piştevaniya berdeam bo wî hatiye kirin da ku di kar û xebatênxwe de li herêma Kurdistanê serketî be, sipasiya saziyên hikûmetê û bi taybetî sipasiya fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir. Herwesa Oliver Schnakenberg li hermber ew karê ji bon pêxistina peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Almaniyayê kirî, kêfxweşiya xwe nîşande û got: ” Raste sibê ez dê herêma Kurdistanê bi cî hêlim, lê Kurdistan û xelkê wê tu carî jibîr nakim. Ew welatê ez dê lê kar bikim dê hewil m dem berdewam ji wan re behsê Kurdistanê bikim.”
Abdro Sino jî sipasiyên xwe pêşkeşî hikûmeta herêma Kurdistanê kir û got ku ew dema wî li herêma Kurdistanê kar kirî hertim hest bi rehetî û xweşiyê kiriye, ” Vê herêmê cîyekî taybet di dilê min de heye, ew sal saleke bi mînak û derfeteke baş bû, ji ber hindê gelek sipasiya hemû aliyan dikim.”
Sino got ku ew hêvîdar e peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê bigihîjin sewiyeke bilindtir. Herwesa wî piştevaniya hikûmetê û bi taybetî ya fermangeha têkeliyên derve ji bo serxistina karên wan li herêma Kurdistanê bilind nirxandin.
Li dawiyê berpirsê peywendiyên derve diyarî dane her du birêzan Oliver Schnakenberg û Andro Sino.
Şahî bi dîlan, sitran û mozîka kurdî ji aliyê grupa govendê ya Rojhilat bi dawî hat.