Diyardeya laşfiroşiyê li Kurdistanê
Parlamentoya Kurdistanê ji bo rêgirtin li belavbûna diyardeya laşfiroşiyê li Herêma Kurdistanê, projeyasayekê xistiye pêş parlamenteran. Hevdem metirsiya laşfiroşiyê li Herêma Kurdistanê di wê yekê de ye ku laşfiroş bê çavdêriya tenduristî wî karî dikin û ev yek jî digel lêkoleran cihê metirsiyê ye.
Nasnameya laşfiroşiyê
Laşfiroşî diyardeyeke cîhanî ye û li hin welatan jî ev wek pîşeyek tê hesibandin û qalibeke bazirganî, kirîn û firoştinê wergirtiye. Hertim jinên ku bo wê mebestê hatine zewtkirin ew in ku ew di welatên paşketî de jiyane. Laşfiroşî wek diyarde ji civakekê bo civake din digel hebûna mirov bi formên cuda heye. Di serdemekê de ku rêjeya akinciyan kêm bûne, nehevsengiyek di navbera hejmara jin û mêran de hebûye û pêwîstiya daxwaza seksê wiha kiriye di hin haletan de wek hemû pêwîstiyên din ên jiyanê çend zilamek digel yek jinê de bikevin pêwendiya seksî. Lê piştî pêşketina mirovayetî û avabûna malbatan di civakê de, ev diyarde kêm bûye. Laşfiroşî ji welatekî bo welatekî din li gor rewşa siyasî û aborî diguhere. Di welatên şer û paşmayiyên şerî de, laşfiroşî wek diyarde belav dibe.
Nepêniya karê xwe aşkere nekin
Jineke temen 31 salî, ya bi navê R.K du caran şû kiriye lê ji herdu zilaman jî veqetiyaye û niha digel 3 zarokên xwe dijî. Wê bi gotina xwe 3 salan karê laşfiroşî kiriye, niha dev jê berdaye û sedema wê jî vedigerîna xirapiya rewşa jiyanê. Wê bi çavên rondik qala wan rojan kir û hest bi wê kiriye ku wateya mirovatiya xwe ji dest daye û got: “Ew(zilam) wek ajel dikevin nav canê te û êş didine te. Ew tu wateyek bo hesten te nahêlin.”
Keçeke bejin zirav a esmer ya bi navê Gulistan, xelkê bajarê Hewlêrê ye û 23 salî ye. Gulê, wek xwe dibêje, ev 4 sal in karê laşfiroşiyê dike û wiha berdewam dike: “Piştî mirina bavê min, dêya min şû bi mamê min kir û ew jî digel wê xirap bû. Lewra me biryar da ku malê bicih bihêlin. Paşê ez bi rêya hevalekî xwe tûşî laşfiroşiyê bûm.”
Gulê niha digel du jinên din wî karî dike û dibêje: “Heta niha 2 caran perdeya keçîniya min hatiye dûrin da ku ez dev jî wî karî berdim lê heta niha jî ez berdewam dikim.” Wê diyar kir ku zilamên ku digel wê pêwendî dikin bi tundûtuj nêzîkî wê dibin û got: “Divê hemû daxwazên wan tu bicih bînî. Ew ji me re dibêjin; tu bi belaşî destê me neketiyî.”
Tûşbûn bi nexweşiyê
Hebûna diyardeya laşfiroşiyê, civakê tûşî çendîn nexweşiyan dike. Xiraptirîn nexweşiyên ku ji ber wî karî belav dibin, Trikomonas Vaginalis, Klamidyoz, Mikoplazma û Herpes in. Beşeke zêde wan nexweşiyan bê nîşane ne û bandoreke xirap bi ser kirdariya seksê dikin û pir caran dibin sedema êşê di dema seksê de.
Pisporê warê seksolojiyê, Dr. Ekrem Asî, derheqê encamê neyînî yên laşfiroşiyê de wiha dibêje: “Serekîtirîn ji wan nezokî ye. Ew jî di encama kirdarê seksî di temenê biçûkî, çalakiya seksî û guhartina hevbeşiya seksî bi berdewamî çê dibe. Ev halet di laşfiroşiyê de tên dîtin û çareserkirina nexweşiyên ku di encama laşfiroşiyê de çê dibin, hêsan nînin. Baştirîn çareserî bo dûrketina wan nexweşiyan, dûrketin ji kirdarên seksî ji derveyî hevjîna xwe, pakgirtina endamên zaûzê, bi berdewamî dûrketin ji pêwendiyên seksî yên nezaûzêyî ye. Çimkî ev dibin sedema nexweşî û belavbûna mîkrop ji roviyan ve bo nav zaûzeyê.”
Bandora Civakî
Lekolerê civakî Emmar Necmedîn dibêje: “Hêj laşfiroşî li Herêma Kurdistanê nebûye diyarde, belku zêdetir diyardeya îxaneta hevjînî, pêwendiyên seksî bi bê bernameyî û bazirganîkirin bi laşê jinan bi şêweyekî nemirovane bûye diyarde û pêş ketiye.”
Laşfiroşî di welatên cîhanê de yasayeke taybet bi xwe heye. Diyartirîn ji wan çavdêriya tenduristî, civakî û berçavgirtina asta temenê wan jinan ku wî karî di cihên fermî de dikin ku ji wan re hatine destnîşankirin. Li ser vê yekê jî Necmedîn got: “Li Herêma Kurdistanê tevî ku cihekî taybet ji bo vî karî nîne, çendîn diyardeyên wek bazirganîkirina laşê jinan, bazarganiya madeyên bêhişker û karên terorîstî hene.”
Li gor lêkoleran diyartirîn sedema laşfiroşiyê rewşa aboriyê ye lê li Kurdistanê ji ber nebûna hişyariya seksî digel zilaman, bizorê bi şû dayîn, xiyaneta zilaman ku pir caran ji wek tole rakiriye, laşfiroşî heye. Herweha zext û astengiyên li ser daxwazên seksî, nebûna soz û hezkirin, nexweşiyên seksî digel zayendek nemaze mê ku sunetkirin yek ji wan sedeman e, sedemên din in.
Herweha çalakvana warê jinan Xunaw Elî, veşartina wî karî bi rast nizane, çimkî bi ya wê, ew diyarde heye û eger rê lê neyê girtin dê zêdetir belav bibe.
Xunaw Elî, diyartirîn sedem jî ji bo wê diyardeyê vedigerîne bi hatina xelkê biyanî û zext û astengiyên li ser daxwazên seksî. Bi ya wê, piraniya jinên ku dest bi karê laşfiroşiyê, laşê xwe nenasin û lewra nizanin rêz lê bigirin.
Yasa rê lê nagirin
Di rûniştina hejmara 7’ê ya asayî de, roja 5.5.2010’ê parlamentoya Kurdistanê de, xwendina yekem a projeyasaya nehîştina laşfiroşiyê li Herêma Kurdistanê hate kirin. Endama Fraksiyona Goranê ji Komîteya Civakî ya Parlamentoya Kurdistanê Peyman Ebdulkerîm diyar kir ku ew diyarde belav dibe û got: “Laşfiroşî bi yasayan nikare rê li ber bê girtin. Ceza diyar dikin ku kesê ku bandeke laşfiroşî pêk tîne, divê bê bidardekirin.”
Parlamenter Nasik Tofîq ji FraksiyonaYekgirtiya Îslamiya Kurdistanê derheqê vê mijarê de diyar kir ku yasaya cezayê ya Iraqê, du made hene ku cezaya wan kesan diyar dike ku laşfiroşî dikin. Lê ew projeyasa niha ya parlamentoya Kurdistanê, guhartina çend madeyên yasaya cezayê ne ku li ser laşfiroşiyê ne.
Serokê Komîteya Olî ya parlamentoya Kurdistanê Xelîl Beşîr jî dibêje: “Em wê projeyasayê digel cezayên Iraqê didin ber hev. Eger ew yasa cuda bû, tiştekî baş e. Eger weh yek bû em ê buguherin.”
Beşîr diyar kir ku leşfiroşî li dijî keramet û kesayetiya jinê ye, îslam jî li dijî wê yekê ye û qebûl nake.
Cihên wan ên nediyar hene
Berdevkê Cıvata Dadweriyê Ebdulbasit Ferhadî wiha got: “Me û civata wezîran li ser daxwaza Wezareta Karûbarên Civakî, bo qedexekirin laşfiroşiyê li Kurdistanê daxwaza reşnûsa projeyasayek kir. Herweha me daxwaza şopandin û lêkolîn û çendîn hevdîtinan digel jinên ku hatine girtin kir.”
Teksta wê reşnûsê bi vî awayî ye: “Diyardeya laşfiroşiyê tenê wan jinan nagire ku li ser wî karî hatine girtin an jî hatine cezakirin, belku pir mal û cihên nediyar hene ku destê yasayê nagihîje wan.”
Piraniya jinên ku karê laşfiroşiyê dikin di navbera 15-45 saliyê de ne. Li gor yasayê bo zilamên ku digel jinên laşfiroşî pêwendî kirine, ceza nehatiye diyarkirin, tenê wek şahît bo dadigehê tên bangkirin. Lewra di wê projeyasayê de ceza bo wan jî hatiye diyarkirin.
Ferhadî axaftina xwe wiha dom kir: “Her di wê reşnûsê de çareserî jî hatiye diyarkirin ku mûçeyek(meaş) bo jinên malê yên ku bê mûçe ne bê diyarkirin; dabînkirina cihên çaksaziyê bo kesên ku dest bi wî karî kirine; dabînkirina cihê taybet dûr ji kesên din; dariştine yasayek bo cezadayîna zilamên ku digel jinên laşfiroş karê seksî dikin û yên ku dixwazin wî karî bikin; ji bo çavdêrîkirinê di hemû sînoran de çavdêrî bên vekirin, çimkî ji %80’ê jinên laşfiroş, ji derveyî Herêma Kurdistanê ve tên. Bi biryarek ew kes bo cihên xwe bên şandin û wêne û navên wan di lîsteya reş de bên tomarkirin, da ku nikarin careke din bên Herêma Kurdistanê.”
Birîkarê Wezareta Navxwe ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Celal Kerîm jî diyar kir her cihek ku zanyarî û belge li ser wî karî hebin, kesên li wir tên destgîkirin û darizandin.
Derheqê hatine xelkê biyanî bo nav Herêma Kurdistanê bi mebesta laşfiroşiyê, Kerîm wiha got: “Di nav çavên kesekî nehatiye nivîsin ku ew laşfiroş e an kesekî asayî ye. Lewra em nikarin bê belge kesekî tawanbar bikin.”
Bi ya Celal Kerîm ev pirs zêde mezin nebûye, navên kesên ku tên destgîrkirin di deriyên sînorê de hene.
Rêvebira Çaksaziya Jin û Zarokan Peyman Hisên jî diyar kir ku jinên ku li ser laşfiroşiyê hatine destgîrkirin niha di rêvebiriya wan de ne û beşeke zêde ji wan xelkê derveyî Herêma Kurdistanê ne hatine navçeya Soranê.
Di yasaya hejmara 3’yê ya destûra demî ya Iraqê ya sala 1968’ê de hatiye ku kesê ku bi mebesta bidestxistina pere laşfiroşiyê dike bi vê madêyê tê cezakirin. Herweha kesê ku bazirganê laşfiroşekê ye, li gor madeya 4’ê, tê cezakirin.
Avan Faris
Warvîn