Polîtîk

Platforma Abantê tundiyê şermezar dike

Civîna Platforma Abant dawî bû. Civîna 22 yem ya Platformê 3 rojan berdewam kir. Vê care naveroka civînê li ser Weseyet û Demokrasiyê bû. Di dawiya civînê de beşdarên civînê li ser daxûyaniyek hevbeş li hev kirin. Di daxûyaniyê de piranî daxwaziya demokrasiyek bê wesayet hate kirin. Çend xalên ku di vê daxûyaniyê de hatîn ragihandin evin:

Pirsgirêkên ku îro li Tirkiye hene, ji bo ku demokrasiyek bi wesayet heye nayên çaresekirin. Pirsa Kurd û hinek pirsên din jî ji vê sedemê çareser nabin.

Dema warek şer û tund peyda dibe, çareseriya pirsa kurd jî zehmet dibe. Tundî çareseriya pirsa kurd zehmettir dike.Li gora platformê tundî astenga herî girîng e di rêya çareseriyê de.

Çelakiyên li dijî tundiyê ku li Diyarbekirê destpêkirine û li Batman û Mêrdînê berdewamin erênî tên nirxandin û platform pişgiriyê dike.

Back to top button