Civak

Rapirsin:Hewldanên AK Partiyê rijeya denga bilind dike!

Şîrketa Lêkolînê ya AKSOYê encamên rapirsîna meha Mijdarê ya Tirkiyeyê ragihand. Ertan Aksoy encamên rapirsînê nirxand û got, “Hewldanên Ak Partiyê feydeyek daye û hinekî dengê wan bilin bûne.

Serokê Weqfa Sosyal Demokrasiyê (SODEV) û damezrînerê Şîrketa Lêkolînê ya AKSOYê Ertan Aksoy, rapirsîna hilbijartinê ya ku ji aliyê AKSOY Researchê ve di navbera 24-29’ê Mijdarê de pêk anî, eşkere kir.

Rapirsîn ji hezar û 537 kesan re hatiye kirin û mimkine ku rêjeya ji sedî 2,5 behra xeletî yê hebe. Ji beşdaran hatiye pirsîn, “Eger vê yekşemê hilbijartina parlamentoyê çêbibe hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”

Piştî dengên bê biryara û yên naxwazin deng bidin, ev encamp derketiye hole.

ENCAM:

AK Parti: % 32,9

CHP: %  28,7

İYİ Parti: % 13,9

HDP: % 11

MHP: % 7,8

Partiyên din hemû: % 3.7

Back to top button