Rapirsîn: Welatiyan piştgirî dan pêvajoyê lê çûna cem Öcalan red kirin.

Dezgehê Lêkolînan AREA Research encamên “Rapirsîna Rojeva Siyasî ya Tirkiyeyê”, ku di navbera 22-24ê Mijdara 2025an de li 26 parêzgehan hatiye kirin, parve kir.
Rapirsîn di dema nîqaşa germ a li ser serdana Îmraliyê wekî beşek ji pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror de hatiye kirin, nêzîkatiya raya giştî ya li hember vê mijarê bi awayekî zelal eşkere kir.
Li gora encamên vê rapirsînê piranî ji Pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror e dibêjin erê, lê ju serdan Îmrali re dibêjin na..
Li gora encamên vê rapirsînê ji sedî 60,2ê welatiyan ji bo pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror re dibêjin erê û pişgiriyê dikin.
Rêjeya kesên ku piştgiriyê nadin pêvajoyê ji sedî 35,4 e.
Lêbelê, heman beşdar bi giranî li dijî serdana Îmraliyê ji bo guhdarîkirina şahidiya Abdullah Öcalan wekî beşek ji pêvajoyê derketin.
Li gorî pîvanên AREA:
– Kesên ku dibêjin “Divê Komîsyon biçe Îmraliyê”: ji sedî 27.5
– Kesên ku dibêjin “Ez naxwazim kes biçe Îmraliyê”: ji sedî 65.7
Encamê herî berbiçav ê rapirsînê ew bû ku welatiyan piştgirî dan pêvajoyê lê çûna cem Öcalan red kirin.


