Polîtîk

Ragihandinek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê berfirehkirina şer li herêmê daxûyaniyek ragihand.

Daxûyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê:

Em ji geşedanên leşkerî yên li Rojhilata Navîn û hedefgirtina Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Seyîd Hesen Nasrallah û hevkarên wî gelekî nîgeran in. Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.

Ev geşedan ji bo ewlekarî û îstiqrara herêmê metirsiyeke cidî ye. Em hişyarî didin ku berdewamiya vê rewşê tenê wê bibe sedema karesat û wêraniyên zêdetir ji bo hemû aliyan bê cudahî. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku pêşî li xirabûna rewşê bigirin û bi aqilmendî û xwediyê aramiya herêmê biparêzin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê

Back to top button