Cîhan

Israil êrîşek bi hêz bir ser Hûsiyên Yemenê

Artêşa Îsraîl bi êrîşek herî bihêz di şer de li Hûsiyên Yemenê xist.

Bi dehan balafirên Îsraîlî di êrîşê de beşdar bûn, 1,800 kîlometran dûrî axa Israîlî kirin armanc, piştî ku Hûsiyan sê fûzeyên balîstîk avêtin ser Tel Aviv û deverên navendî yên Îsraîlê, Îsraîl bersiva wan da.

Armanc santralên elektrîkê û bendereke deryayî ya ku ji bo îtxalkirina neftê tê bikaranîn bû.Di heman demê de Hûsiyan ev bender ji bo veguhestina çekên Îranî bo herêmê bikar dianîn.

Li gorî nûçeya El Mayadeen a girêdayî Hizbullahê û ji aliyê IDF(Hêzên Parastina Îsrail) ve hatiye piştrastkirin, hedefên êrîşan rezervên petrolê yên li Ras Îsa û her wiha bendera Hudeydê bûn.

Back to top button