Cîhan

Li şûna Nasrallah pismamê wî Haşim Safiyedîn bû serokê Hizbullahê

Piştî ku serokê Hîzbullahê Hasan Nasrallah di êrîşa Îsraîlê de hat kuştin, dihat meraqkirin ku serokê nû yê rêxistinê kî be.

LI HIZBULLAHÊ HAŞÎM SAFIYEDDIN RÊBERÊ NÛ
Hat ragihandin ku serokê nû yê Hîzbullahê pismamê Nasrallah Haşim Safiyedîn e. Safieddîn jî wek Nasrallah di bin bandora Îranê de ye. Kurê Safieddîn bi keça serokê pasdarên Îranê yê li Bexdayê hatî kuştin Qasim Silêmanî re zevucîye. Kurê Haşim Safiyedîn Riza di sala 2020an de bi keça Kasım Suleymani Zeynep Süleymani re zewicî.


Safiyedîn serokê Meclisa Rêveber e ku karûbarên siyasî yên Hizbullahê birêve dibe. Di heman demê de endamê Encumena Cîhadê ye ku karûbarên leşkerî birêve dibe. Safiyedîn di sala 1964an de li bajarê Dêr Kanûn El-Nahr li başûrê Lubnanê ji dayîk bûye. Safiyedîn ku yek ji malbatên navdar ên Lubnanê ye, di ciwaniya xwe de li bajarê Îranê Qumê perwerdeya olî wergirtiye. Di bin serpereştiya berpirsê berê yê asayîşa Hizbullahê Emad Mughniyeh de bû yek ji kesên nêzîkî Hesen Nasrallah bû. Di sala 1994an de vegeriya Beyrûtê û serokatiya Encumena Cîbicîkar a Hizbullahê kir, ku çavdêriya birêvebirina karûbarên navxweyî yên rêxistinê dikira.

Back to top button