Divê Kurdên Sûriyeyê bi Şamê re lihevbikin!
Lavrov wezîrê derve yê Rusyayê,piştî tevlîbûna civînên Neteweyên Yekgirtî, konferanseke rojnamevanî li darxist. Lavrov dibêje: “Amerîka hewlên asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de asteng dike. Nêrînên her du aliyan hene ku divê rê bidin ku pêwendî asayî bibin. Bêguman pirsa kurdî, rûbirûbûnê terorê û dabînkirina ewlehiya sînor dê di nav mijarên sereke yên danûstandinan de bin. Amerîka bi awayekî nerewa li Sûriyeyê ye, nîv-dewletek li rojhilatê çemê Firatê ava kiriye û petrola Sûriyeyê û dahatên ji dexl û danê wê ji bo piştgirîkirina hevalbendên xwe bikar tîne.”
Lavrov li ser helwesta partiyên kurdî yên Sûriyeyê jî got: “Divê partiyên Kurdan bizanibin ku ti çare li pêş wan nîne ji bilî jiyana di çarçoveya dewleta Sûriyê de û divê bi Şamê re lihev bikin. Pir zehmet e ku peymana Edenê ya 1998an bi awayekî rastestast were cîbicîkirin, lê di nava wê bîrokeya hevahengiya hevbeş a derbarê gerentiya ewlehiyê li ser sînor û rûbirûbûna grûpên terorist heye, ev jî divê li gorî rastiya ku peyda bûye, bê çareserkirin.”