Ragihandina “xweseriyê” bê wate û vala ye
Di derbarê rewşa dawî ya destpêkirina şer de HUDA-PARê daxûyaniyek belav kir. HUDA-PAR di daxûyaniya xwe de dibêje: Cardin dewletê û PKK berê çaka dan hev. Yê zererê ji vê yekê dibîne xelk e.Dewlet û PKK naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin. Huda-Par dibêje: Ji sala 2003 ragihandina agirbestê û destpêkirina pêvajoyê de eşkere bû ku ne armanca dewletê û na jî armanca PKKê ya ku pirsa kurd çareser bike tuneye. Armanca dewletê, bêçûkkirina PKKê ye û armanca PKKê jî ew e ku li wan deverên ku hêzên wê hene, serdestiya xwe çêbike. Lê ragihandina “xweseriyê” bê wate û vala ye û ti destkefta wî karî tine.Berdawamiya daxûyaniyê de tê gotin:HDP di bin wesayeta çekan de ya Qendilê de siyasete dike û hêviya xelkê ya aşitiyê têkbir. Heta niha HDPê ji bo çareseriya pirsa kurd ne gavek avêtiye ne jî daxwaziyek kiriye. Di pêvajoyê de berjewendiya xelkê tenê bûye sekinandina karanîna çekan e. Sedemê pirsa kurd ya mezin sîstema Kemalist e. Heta neşter li vê sîstemê nekeve pirsa kurd nayê çareserkirin.Divê dewlet mafê kurda û mafê îslamî yê gasp kirî bê qeyd û merc şûnve bide. Divê rêxistina çekdar ji dev tehdîta li ser xelkê berdê. Pêwiste rêxistina çekdar bê merc çekên destê xwe de deyne.