Îro bûyerên li Kurdistana Bakur pêkhatin de, cardin leşker û çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dan.Li gora ragihandina serkaniya hêzên çekdarên Tirk, li devera Şemzîna 6 çekdarên PKK di operasyonekî de jiyana xwe ji dest dane.Herweha îro rêya nevbera Şêrwa û Xesêrê de dema karwanê leşkera bûrî bombeyek hate teqandin û di encam de 8 esker mirin û hinek jî birîndar bûn.Piştî vê bûyerê rêya ji Sêrtê diçe Şêrwa û Xesxêr hate girtin. Kesek ji Sêrtê nikare aliyê Şerwa ve herê.